Di navbera Rûdaw û UNFPAyê de hevkariyeke girîng hat ragihandin

07-12-2023
Ako Mihemed û Garik Hayrapetyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ako Mihemed û Garik Hayrapetyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê UNFPA Jin Medya Hevkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li ser rahênan û perwerdeya jinan a di karên medyayê de hevkariyek ragihand.

Merasîma ragihandina vê hevkariyê îro li Hewlêrê bi rê ve çû.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, di merasîmê bal kişand rola jinan a di Tora Medyayî ya Rûdawê de û da zanîn ku rola jinan ber bi zêdebûnê ve diçe.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê li ser zêdebûna rojnamegerên ragihand:

“Zêdebûna rojnamegerên jin ên çalak dikare bibe mînakeke gelek girîng û handanek ji bo pêşvebirina zêdetir a jinan di hemû waran de.”

Herwiha Cîgirê Nûnerê UNFPAyê rêzdar Garik Hayrapetyan jî da zanîn ku ew dê di çarçoveya vê projeyê de bi jinan re bixebitin û pê de çû:

“Em dê di qonaxa ewil a vê projeyê de bi jinan re bixebitin da ku jin karibin bibin serkirde û xwediyên bîrûrayên xwe.”

Garik Hayrapetyan diyar kir ku ev hevkarî gava destpêkê ye û got:

“Plana me heye ku sala pêşiya me em derbasî qonaxa duyem a projeyê bibin û em mêran jî bikîşînin vê meydanê çimkî ji bo pêşvebirina van karan pêdivî bi mêran jî heye.”

Li aliyê din, Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê de wiha axivî:

“Amadebûyên rêzdar,

Roj baş. Ez bi xêrhatina we ji bo vê helkefta girîng dikim. Îro, em hevbeşiya di navbera Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Tora Medyayî ya Rûdawê de radigihînin. Ev hevbeşî ji bo rahênan û perwerdekirina jinan di warê karê medyayê de ye.

Bi vê helkeftê ez dixwazim spasiya Cîgirê Nûnerê UNFPAyê rêzdar Garik Hayrapetyan û Sana Karwana rêzdar û hemû stafê UNFPAyê bikim. Herwisa, ji bo amadekirina wê hevkariyê, ez spasiya her du hevkarên xwe yên birêz Ruweyda Mistefa û Elî Serbaz dikim.

Rola rojnamegeran di xebata dijî newekhevî û neheqiyê de herdem pir mezin bû. Niha jî ji ber pêşketina teknolojîk rola medyakaran pir berfirehtir bûye.

Gihiştina zanyariyan pir zêdetir û berbelavtir bûye. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku gava zanyariyan mirov hebin, zêdetir û bibandortir şerê newekheviyê dike û hewldana wî ya dirustkirina dadmendiyê jî pir bihêztir dibe.

Li gorî amarên dawî yên texmînkirî yên Wezareta Plandanîna Îraqê ku îro bi Rûdawê hatin dayîn, hejmara şêniyên Îraqê 43 milyon û 324 hezar kes e ku ji sedî 49,5 mê ne û ji sedî 50,5 jî nêr in lê ev rêje hîn jî di warên jiyan û karkirina li Îraq û Herêma Kurdistan de nehatiye xuyakirin.

Zêdebûna rojnamegerên jin ên çalak dikare bibe mînakeke gelek girîng û handanek ji bo pêşvebirina zêdetir a jinan di hemû waran de, herwiha dê bibe sedem ku pirsgirêk û serkeftinên jinan zêdetir bibin mijarên medyayê û piştevaniya raya giştî ji bo wan çêbibe.

Lewra jî ev hevbeşiya me li ser rêyeke rast ji bo wekheviya civakê û di qadeke girîng a kar de pêngaveke girîng e.

Di dema borî de, di warê fêrkirin û rahênana rojnamegeriyê de, hevkariyên serkeftî yên Tora Medyayî ya Rûdawê hebûn. Em plan jî dikin ku zêdetir girîngiyê bidin vî warî. Hevbeşîkirina UNFPAyê bi Rûdawê re ji bo wê plana me navtêdaneke pir mezin e. Çavê me lê ye ku ev hevbeşî pir serkeftî be û em wê berfirehtir jî bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê girîngiyeke taybet dide geşepêdana berdewam ku ji sala 2015an û vir ve bûye plan û armanceke sereke ya Neteweyên Yekbûyî.

Di vê çarçoveyê de, Rûdaw girîngiyeke mezin dide jîngeh û guherînên keşûhewayê, herwisa Rûdaw girîngiyeke mezin dide tenduristî û perwerde, tenduristiya dayikan di dema jidayikbûnê û xwedîkirina zarokan de, mijarên aborî û çareserkirina pirsgirêkên civakî, dadmendiya civakî û nehiştina cudakariya li hember koçber û karkeran.

Herwiha Rûdaw giringiyeke pir mezin dide jîngeha guncav a karê navxweyî, loma jî bi dehan jin di hundirê Rûdawê de bûne kesên bibandor û stêrkên civakê.

Heta niha Rûdawê ji ber karên xwe yên serkeftî yên handana baştirkirina yasayan ji bo parastina jinan ji tundûtûjiyê, dabînkirina zanyariyan û çêkirina gotûbêjên berhemdar li ser mijarên civakî, li seranserê cîhanê gelek xelat wergirtine.

Di vî warî de, em bi şanazî û serbilindî dabaşa karên hevkarên xwe Ala Şalî, Şehiyan Tehsîn, Hêvîdar Zana, Sîma Abxizir, Nime Nebez, Nalîn Hesen, Banû Dilşad, Hewar Celaleddîn, Luna Xalid, Sureya Hisên, Dilniya Rehman, Peyam Serbest, Helebce Sadûn, Sazgar Selah, Lilia Mirautsa, Edle Bekir û gelekên din dikin ku bûne stêrkên pir darîçav û navên pir hezkirî yên civakê.

Herwiha, divê em li vir pêşkêşkara xwe ya jêhatî û şehîda xwe Şîfa Gerdî û bi dehan rêveberên beş, dîsk, edîtor, teknîsyen û karmendên din ên jin ji bîr nekin ku îro bêyî wan karê Rûdawê bi rê ve naçe. Ew hevkarên me ji bo Rûdawê hêzeke pir mezin in, ji ber ku karên afirîner û hûrbîn dikin.

Cihê dilxweşiyê ye ku beşdariya jinan di Rûdawê de di berfirehbûneke mezin de ye, herwisa di karê xwebexşiyê de jî keç pir bêhtir nêzî karê Rûdawê dibin.

Ez piştrast im ya ku em îro dest pê dikin dê bibe pêngaveke din a pir berhemdar.

Careke din hûn bi xêr hatin û em ji niha ve cejna Krîsmisê (Noel) li bawermendên Xiristiyan pîroz dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst