AMED - Peyamên Cejna Remezanê yên Hevserokên Şaredariyê

10-04-2024
RÛDAW
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun/Wêne: Rûdaw
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun/Wêne: Rûdaw
Nîşan Vedat Aydin Amed Serra Bucak Dogan Hatun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn ser gora Vedat Aydin peyamên Cejna Remezanê dan.

Îro Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi minasebeta Cejna Remezanê û bîranînê çûn ser gora Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku sala 1991ê hatibû kuştin.

Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Amedê, Şukran Aydin hevjîna Vedat Aydin û malbata wê, berpirsên Rêxistina DEM Partiyê yên Amedê û gelek welatî beşdarî biranînê ya li Goristana Deriyê Mêrdînê bûn.

Piştî biranînê Şukran Aydin ji Rûdawê re axivî û got,“Ez û Wedat Aydin em dostmam û pismamê hevdû bûn.

Em di malekê de mezin bûn û em di malekê jî de ji hev du qetiyan.

Xwîna me û canê me yek bû ji ber wê barê me giran e.

Lê belê me dizanîbû rêyeke wisa li pêşiya Vedat Aydin e. Wekî malbat me dizanîbû. “

Li gorî gotina Şukran Aydinê piştî 11 salan ew vegeriyaye Amedê.

Ji aliyekî ve kêfxweş e û ji aliyekî ve jî xemgîn e. Ew li Hewlêrê ye û Hewlêr jî welatê wê ye. Careka din vegeriya Amedê jê re wekî xeyalekê ye.

“Em pêşî hatin cejna Vedat Aydin pîroz bikin”

Dogan Hatûn jî li ser Vedat Aydin got, “Vedat Aydin şehîdê azadiyê ye, ji ber wê weke nêrîtekê, em hatin me pêşî cejna wî pîroz kir.

Piştre em dê cejna dost û heval û xizmên xwe pîroz bikin. Di roja seyem a cejnê de em ê beşdarî bernameya pîrozbahiya partiya xwe bibin.

Ez hêvî dikim ku cejn bibe sedema aştî, aramî û azadiyê. Cejna Remezanê li hemû gelê me pîroz be.

Herwiha Sera Bucakê jî got, “Ez Cejna Remezanê li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim.

Hêvî dikim cejn bibe sedema aştî, aramî, biratî û jiyana azad ji bo gelê Kurd û gelên bindest li ser xak û herêma me.”

Piştî bi dawîbûna merasîma li goristanê hevserokan dest bi pîrozkirina cejna welatiyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst