Wezîrê Ewqafê li gel Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx civiya

30-03-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurdên Êzidî Babe Şêx Mîrê Êzidiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê Kurdên Êzidî, Hazim Tehsîn Beg û Babe Şêx, Şêx Elî Şêx Îlyas li Duhokê li gel Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan. Berdevkê Wezareta Ewqafê jî dibêje, di hevdîtinan de tekezî li ser pêşxistina pêkvejiyana olî û tebayiyê hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Ewqafê, Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, Dr. Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li gel Zeynedîn Mewlûd Birîkarê Wezaretê û şandeke wezaretê, roja Duşemê li parêzgeha Duhokê serdana Babe Şêxê Êzidiyan kir.

Nebez Îsmaîl got, wezîr tekezî li ser piştevaniya Wezareta Ewqaf û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Babe Şêxê Êzidiyan jibo xizmetkirina aliyê ruhanî yê êzidiyan kir.

Berdevkê Wezareta Ewqafê diyar kir, “di hevdîtinê de hin pêşniyar hatin gotûbêjkirin ku di berjewendiya navçeyê de dibe.”

Nebez Îsmaîl herwiha da xuyakirin, di vê serdanê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî jî kir û di hevdîtina li gel wî de, gotûbêj li ser rewşa aware û lêqewimiyên Êzidî hat kirin ku niha li sînorê parêzgeha Duhokê û cihên din nîştecî ne.

Li gor wî rayedarê wezareta Ewqaf. Di hevdîtinê de behsa hewldanên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo xizmetkirina Kurdên Êzidî û dabînkirina pêwîstiyên wan ên rojane hat kirin.

Berdevkê Wezareta Ewqafê destnîşan jî kir ku di hevdîtinê de “peydakirina pêwîstiyên Perestgeha Lalişlê bi rêya saziyên têkildarî” jî hat gotûbêjkirin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg roja 27.7.2019an di merasîmekê de li Perestgeha Lalişê weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hatibû diyarkirin.

Mîr Tehsîn Beg, Mîrê berê yê Kurdên Êzdî roja 28ê Çileya 2019ê li nexweşxaneyek bajarê Hanoverê Almanya di temenê 86 salî de koça dawî kiribû.

Şêx Elî Şêx Îlyas 45 roj piştî koça dawî ya Babe Şêx Xirto, roja 14.11.2020 bi amadebûna nêzikî 250 kesayetên Kurdên Êzidî û Civata Rûhanî wek Babe Şêxê nû yê Kurdên hatibû destnîşankirin. Roja 18.11.2020an jî di merasimekê de li Perestgeha Lalişê, Babe Şêxê nû bi fermî dest bi karê xwe kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst