Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê ti baregehên Îsraîlê nînin

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku nûçeyên derbarê hebûna baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê ne rast in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva nûçeyeke komên çekdar da ku wan wekî “hêzên neqanûnî” bi nav dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

“Hêzeke neyasayî îdia kir ku wan bi rêya dronan baregeheke Îsraîlê yê li Hewlêrê bombebaran kiriye. Ev nûçeya grûp û hêzên neyasayî bêbingeh û dûrî rastiyê ne û ti binke û baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nînin.

Armanckirina Hewlêrê ya her carê bi hincetekê tenê tevliheviya serê van koman nîşan dide û karekî tirsonek û terorîstî ye.”

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, komên çekdar ên nêzîkî Îranê ji 17ê Çiriya Pêşînê ji şerê Îsraîl û Hemasê heta niha zêdetirî 100 caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kirine.

Ev grûp her carê ji bo êrişên xwe hincetên wekî hebûna baregehên Amerîka û Îsraîlê nîşan didin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûna baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst