Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber bombebaranên Tirkiyeyê piraniya kargehên elektrîk û gazê rawestiyan.
Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber armancgirtina kargehên elektrîk û gazê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve, piraniya wan kargehan rawestiyan.
Ofîsa Enerjiyê diyar kir ku santralên elektrîkê yên Amûdê, bakurê Qamişlo, Tirbe Spiyê û Siwêdiyê ji kar ketine.
Ofîsa Enerjiyê da zanîn ku di encama êrişên Tirkiyeyê de, navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbe Spiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Dêrik û beşeke mezin a bajarê Qamişloyê û gund û bajarokên wê bê elektrîk mane.
Di her du rojên borî de, Tirkiyeyê bi rêya dronan êrişî cih û pêgehên xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û di encamê de bi dehan saziyên elektrîk û petrolê ji kar ketin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse