Tirkiyeyê dîsa Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

08-10-2023
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê îşev derdora saet 22:00an li Rojavayê Kurdistanê hinek herêm bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan 6 cih bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di nav cihên ku hatine bombebarankirin de “sitargeh û tesîsên petrolê” jî hene.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser heta niha li ser van êrişan îşêv ti daxuyanî nedane.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Artêşa Tirkiyeyê, piştî vê teqînê êrişên xwe yên li başûr û rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst