Tahîr Elçî li Amedê hat bîranîn

29-11-2021
Abdulselam Akinci
Tahîr Elçî li Amedê hat bîranîn
Tahîr Elçî li Amedê hat bîranîn
Nîşan Tahîr Elçî Amed Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê yê bere Tahir Elçî li Amedê li cîhê ku hatibû kuştîn hat bibîranîn. Rêze çalakiyên bibîranîna Tahir Elçî di 26 mijdarê de destpêkirin û yê hata duduyê Berfanbarê berdawam be.

Di 28 mijdarê roja qetilkirina Tahir Elçî de jî ji baroyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmarek zede parêzer, kes û karen Tahir Elçî, partiyên sîyasî û saziyên sivîl ji ber dadgeha Amedê heta minareya Çar Ling meşiyan û daxûyanî dan çapemenîyê. Pişti minareya Çar Ling seredana qebra Tahir Elçî hat kirin û beşdarvanên çalakiyê qirnefîlên sor danîn ser tirba Tahir Elçî.

Serokê Baroya Amedê yê bere Tahir Elçî di şeşemîn salvegera kuştina xwe de li Amedê bi rêze çalakiyan tê   bibîr anîn.

Tahir Elçî di 28 mijdara 2015an di heyamê pevçûnên hendeqan de ji bo balkişandina ser berhêmên dîrokî yên ku di pevçûnan de zirar didîtin preskonferansek lidarxistibû û di dema preskonferansêde di encama  êrişek çekdarî de canê xwe jidest dabû.

Ji bo bîranîna Elçî ji baroyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmarek zêde parêzer, kes û kar û dost û hevalên wî û nûnerên partiyên sîyasî û saziyên civakî ji ber dadgeha Amedê heta ber minareya çar ling meşek lidarxistin û li cîhê ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got “Dîroka 28ê mijdara 2015an ya ku Tahir Elçî hat qetilkirin di heman demî de milada dûrketina tirkiyê ya ji demokrasi û aştîyê ye.Pevçûnên ku li vê qada dîrokî destpê kirin ji wê rojê şûnde bi tundî zêdebûn.Ji wê rojê şûnde di binpêkirinên mafê mirovanda bi rêjeyek dramatik zêdebûn çêbûn. Ji wê rojê şûnde desthilatê pişta da xwestekên demokratik û di pirsa kurd de jî bi vegera polîtîkayên ewlekarîyê jî atmosferek rewşa awarte ya ku heta vê rojê hatîye tê jîyandin.”

Di çalakiya bibîranîna Tahir Elçî de hevjîna wî Turkan Elçî jî gotarek pêşkeşkir.

Turkan Elçî Hevjîna Tahir Elçî ragihand “Bira were zanîn ku xeyalên welatek ku tê de jiyanek bi hêvî, ewlehî û hizûr heye û rêya lihevhatina bi bajarên ku hatinê xeyîdandin re jî ji vê kuçeyê derbas dibin.”

Piştî bernameya li ber minareya çar ling  girseyek mezin ji baroya amedê û xelkên amedê seredana qebra Tahir Elçî kirin û qirnefîlen sor danîn ser tirba Tahir Elçî.Piştî seredana qebrê  beşdarvanên bîranîna Tahir Elçî fikr û ramanên xwe anîn ziman.

Parêzer Mihemed Emîn Aktar dibêje “Ji bo zelalkirina kuştinên bi vî şiklî de,di cînayetên wek cînayeta Tahir Elçî de îradeyek sîyasî pêwîst e.îro gelek mafperwer û hikûknas li vêderê bûn.Gelek serokên baroyan,hem yên herême,hem jî yên tirkiyê liv ê dere bûn vêya tiştek başbû,bi vê hawî hêvîya me geşbû. Em dixwazin di proseya darizandinê de jî me tene nehêlin û li kêleka me cîh bigrin.”

Serokê Baroya Bedlîsê Fûat Ozgul diyarkir “Di doza Vartînîsê de,di doza Mûşê de neh însan hatibûn kuştin,em diçûn Kirikkaleyê Dema Tahir Elçî wî dozê sehkir ew pêşîya hemûyan hat li wir.Anha jî vidyoyên wî k udi dirûşmeyan de hatine kişandin li ba me ne.Qîmeta wî li ba me zede ye.”

Parêzer Nûşîrevan Elçî got “Mixabin şeş sal derbasbû lê di warê hikûkû dadwerîyê de hê jî gavên hêja nehatine avêtin.”

Di çarçoveya bibiranîna Tahir Elçî de rêzeçalakîyên ku ji alîyê baroya amedê ve tên birevebirin di 26 mijdarê dedestpêkiribûn û bernameyên bibîranîna Elçî yê heta duduyê berfanbarê berdewam bin. Her waha doza kuştina Tahir Elçî piştî şeş salan hê jî nehatîye yekalîlkirin û sêyemîn rûniştina doza Tahir Elçî di Tîrmehê da hatibû dîtin û dadgehê ji bo rûniştina çaremin ji bo 12 çileya 2022an biryar dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst