Xwendekarê ji Hesekê li cîhanê bû çarem

29-10-2023
RÛDAW
Mîran Diyar Îbrahîmê ji bajarê Hesekê di matematîkê de gelekî jêhatiye
Mîran Diyar Îbrahîmê ji bajarê Hesekê di matematîkê de gelekî jêhatiye
Nîşan Mîran Diyar Îbrahîm Matematîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîran Diyar Îbrahîmê 9 salî yê ji bajarê Hesekê di pêşbirka matematîkê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê bû yekem û li cîhanê bû çarem.

Mîran Diyar Îbrahîmê ji bajarê Hesekê yê Rokavayê Kurdistanê li Hewlêrê dijî,  di matematîkê de gelekî jêhatiye û beşdarî pêşbirkekê bû.

Mîran Diyar Îbrahîm di pêşbirka matematîkê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê bû kesê yekem.

Mamosteyên Mîran Diyar Îbrahîm dema dibînin ku ew di matematîkê de gelek jêhatiye, pêşniyar dikin ku beşdarî pêşbirkên cîhanî jî bibe.

Mîran Diyar Îbrahîm bi awayê online beşdarî pêşbirka cihanî dibe û di wê pêşbirkê de jî dibe kesê çarem.

Mîran Diyar Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa xwe kir:

“Li dibistanê gelek îmtihan kirin û min di hemûyan de 100 wergirt. Dayîka min ji min re alîkar bû. Ez dervey dibistanê bi awayê online li ser matematîkê dixebitim.”

Xwendekarê 9 salî  pêşniyar li hevtemên xwe jî kir ku baweriya xwe bi xwe bînin û berdewamî bixwînin.

Mîran Diyar Îbrahîm da zanîn ku ew dixwaze bibe bijîşkê çavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst