Li Dêrsimê vegera ajeldar û koçeran ji zozanên herêmê destpê kir

29-09-2020
RÛDAW
 Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê vegera ajeldaran ji zozanan ber bi gundên xwe ve destpê kiriye.
Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê vegera ajeldaran ji zozanan ber bi gundên xwe ve destpê kiriye.
Nîşan Dêrism Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê vegera ajeldaran ji zozanan ber bi gundên xwe ve destpê kiriye. Li quntarê Çiyayê Bagirê li sînorê bajarokê Pilemûr a Dêrsimê, ajeldaran dest bi amadekariyan bo vegera ber bi gundên xwe ve kirine.

Zozanên Bakurê Kurdistanê ji bo ajeldariyê cîhên gelek guncaw in û her sal koçer berê xwe didin wan zozanên bilind û hênik û pezê xwe diçêrînin. Bajarê Dêrsimê jî yek ji wan bajaran e ku her sal di meha Gulanê de koçer û ajaldar berê xwe didinê û ji bo dema 4 mehan lê dimînin.

Niha ku êdî dema vegera wan ajeldar û koçeran e, şivan û bêrîvan bihev re amadekariya vegera bo gundan dikin. Ew sibehê zû radibin, ji aliyekê ve ku pezê xwe didoşin û diçêrînin, ji aliyekî din ve jî kelûpelên xwe berhev dikin da ku vegerin gundên xwe û heya saleke din li benda helîna berfê bin.

Li parêzgeha Dêrsimê, nêzîkî 450 hezar ser pez û ajel hene. Ajeldarên herêmê di rewşeke dijwar de kar dikin. Beşek ji wan ji serbazgehên li navçeyê gazinan dikin û dibêjin, di dema hatin û çûnan de, serbaz gelek wan disekinînin.

Li Bakurê Kurdistanê demsala çûna bo zozanan ji meha Gulanê ve destpê dike û di meha Îlonê de bi dawî dibe.

Ajeldarên Bakurê Kurdistanê li çiyayên Qersê, Erdexan, Erzerom, Dêrsim û Çewlîgê bo dema 5 mehan dimînin û berî hatina demsala Zivistanê dest bi vegerê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst