Bûyereke din a trafîkê: Agir bi otomobîlekê ket û 4 kes şewitîn

29-08-2022
RÛDAW
Nîşan Sine Seqiz Rojhilatê Kurdistanê Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro di bûyereke trafîkê de li Rojhilatê Kurdistanê û li ser rêya di navbera bajarên Sine û Seqizê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer sibeha îro li ser rêya navbera Sine-Seqizê li parêzgeha Sineyê û di navbera du otomobîlên ji corên Peugeot û Pride de çêbû.

Di encama bûyerê de agir bi otomobîla ji corê Pride ket. Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor şahidên bûyerê, 4 kesên di nav otomobîla Pride de şewitîne û canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 kesên di otomobîla ji corê Peugeot de bi giranî birîndar bûne.

Birîndarên bûyerê rakirine nexweşxaneyên Sineyê.

Li gor amarên fermî yên Polîsê Trafîkê yê Îranê, di her demjimêrekî de li Îranê 2 kes bi sedema bûyerên trafîkê canê xwe ji dest didin ku di rojekê de dike 48 kes.

Li gor wan amarên fermî di salekê de zêdeyî 16 hezar kes li Îranê bi sedema bûyerên trafîkê canê xwe ji dest didin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber xirabiya rêyan û kêmiya rêyên cotsayd (otoban) gelek bûyerên trafîkê diqemiwin.

Rêvebirê Polîsê Trafîkê yê Sineyê, Burzû Muradî ragihandiye, sala bihorî li ser asta Îranê rêyên her du bajarên Merîwan û Seqizê di rêzbenda duyem û sêyem a wan rêyan de bûn ku herî zêde bûyerên trafîkê lê çêbûne. Bi gotina Burzû Muradî, sala bihorî bûyerên trafîkê yên li ser rêyên Seqiz û Merîwanê bi rêjeya %600 zêde bûne.

Rêveberatiya Rêyên Parêzgeha Sineyê jî dibêje, %57 sedemên bûyerên trafîkê yên li wê parêzgehê ji ber pabendnebûna şofêran bi rêkarên ajotina otomobîlan e, %40 jî bi sedema qelabalixiya rêyan û tenê %3 jî ji ber standardnebûna rêyên parêzgehê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst