Armîta Gerawend bi lêdana hêzên Îranê ketibû komayê: Canê xwe ji dest da

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Armîta Gerawend ÎRan Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Armîta Gerawenda ku li rawestgeha metroyê ya Tehranê, bi lêdana hêzên Îranê bêhiş ketibû, canê xwe ji dest da.

Xwandekara Kurd Armîta Grawend a 16 salî, 28 roj di komayê de mabû.

Armîta, 28 rojan berê ji aliyê hêzên Îranê ve bi hinceta ku “xwe baş nepêçaye” hat şkencekirin û ketibû komayê.

Hat ragihandin ku Armîta Gerawend li nexweşxaneya Fecrê ya Tehranê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirowan Hengawê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku Gerawend koça dawî kiriye.

Jîna Emînî jî bi heman hincetê û heman rengî hatibû qetilkirin.

Keça Kurd Jîna Emîniya 22 salî di Îlona 2022yan de serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta ku çarşefa xwe “ne guncav girê daye” hatibû girtin.

Jîna piştî çend rojan canê xwe ji dest da, bavê wê, Emced Emînî wê demê ji Rûdawê re ragihandibû ku wê bi lêdana polîsan canê xwe ji dest daye.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû remzek.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Amarîkayê, di xwepêşandanan de 69 jê zarok herî kêm 508 xwepander ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst