Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike

11-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Jîna Emînî Hîcab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Polîsê Parêzgehên Îranê ragihand ku ji roja şemiyê ve dê li cihên giştî careke din dest bi sepandina yasaya hîcabê bikin.

Fermandariya Polîsê Parêzgehên Îranê îro bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand, projeya hîcabê dê careke din li cihên giştî li ser cade û kolanan were bicihkirin.

Herwiha Fermandariya Polîsê Parêzgeha Kirmaşanê jî daxwaz kir ku pabendî yasa û nirxan bin û heger pabend nebin dê lêpirsîn derbarê wan de were kirin.

Fermandariya Polîsê Îranê piştî gotara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ya Cejna Remezanê ew biryar derxist.

Elî Xamaneyî di gotara xwe ya Cejna Remenzanê de ragihand ku ew dê pabendî projeya hîcabê bin û divê her kes pabendî yasayan be.

Xwepêşandanên Şoreşa Jîna Emîniyê

Polîsê Îrşadê yên Îranê, 13ê Îlona 2022yan li Tehranê bi hinceta pabendî yasaya hîcabê nebûye şkence li keça Kurd Jîna Emîniyê kiribû.

Jîna Emînî piştî şkenceyê li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li seranserî bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû ku ji aliyê gelek medyayên cîhanê wekî “Şoreşa Jîna” hatibû binavkirin.

Xwepêşandanên Şoreşa Jîna zêdetirî salekê berdewam kir.

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiya Îranê û xwepêşanderan de derketin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirov Mirovan a Kurdistanê di xwepêşandanên Şoreşa Jîna de 537 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatin desteserkirin.

Herwiha piştî xwepêşandanên giştî heta astakê jin pabendî biryarên projeya hîcabê nedibûn û sistiyek hatibû kirin.

Projeya pabendbûna hîcabê hîn li Îranê nebûye yasa.

Sala borî Parlamentoya Îranê projeyasaya hîcabê pesend kir û biryar da ku heta 3 salan ew projeyasa were bicihkirin.

Li aliyê din Encûmena Parastina Destûra Îranê têbîniyên xwe li ser projeyasaya hîcabê destnîşan kiribûn û ew projeyasa careke din li parlamentoyê vegerandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst