Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, rêya gundê Çevrebiyê ku 4 meh in ji ber berfê girtî bû hat vekirin.
Rêya gundê Çevrebiyê yê navçeya Elbakê di meha Çileya Paşîn a 2025an de ji ber berfa zêde hat girtin û ji vê rojê ve girtî ye.
Ji ber metirsiya aşûtê tîman nikaribû xebatên vekirina rê bidana destpêkirin.
Bi hatina biharê û helandina berfê re tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rê dest bi xebatan kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li herêma ku bilindahiya berfê 2 metre ye tîman dest bi xebatên vekirina rê kirin û 5 kîlometre rêya ku ji ber metirsiya aşûtê girtîbû hat vekirin.
Tîmên şaredariyê li navçeyên Ebex û Mehmûdiyê jî ji bo vekirina rêyên li ser sînor û rêyên zozanan dest bi xebatê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse