Metranê Giştî yê Mûsilê: Eger berpirsên şewatê hesab nedin em dê dest bi grevê bikin

30-09-2023
Rence Cemal
Rence Cemal
Nîşan Hemdaniye Şewat Metranê Giştî yê Mûsilê Benedictus Younan Hano
A+ A-

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê Benedictus Younan Hano got, “Eger hikûmet derbarê hemû gumanbarên bûyera Hemdaniyeyê  lêpirsînê neke û berpirsyaran ceza neke em dê dest bi grevê bikin.”

Benedictus Younan Hano sîstema tenduristiyê ya Mûsilê jî rexne kir û got, “Di parêzgeha ku 4 milyon xelkê wê heyî de, çawa dibe ku nexweşxane bikare tenê 800 nexweşan derman bike?”

Benedictus Younan Hano herwiha got, “Pirsgirêka me ya herî mezin gendelî ye. Ev gendelî ketiye nava hemû saziyan û sedema sereke ya vê şewatê jî ev e.”

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê Benedictus Younan Hano bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal da.

Rûdaw: Encama dawî ya ji lêpirsîna bûyerê derketiye çi ye?

Benedictus Younan Hano: Li gorî agahiyan, dê despêkê encamên lêkolîne were pejirandin û di nava çend rojan de jî dê were ragihandin. Em li bendê ne ka encam çi ne.

Rûdaw: Hun alîkarî û hewldanên dermankirina birîndaran yên li Herêma Kurdistanê û Nînowayê çawa dinirxînin?

Benedictus Younan Hano: Hewildanên bijîşkî pir baş in, bi giştî li Îraqê pirsgirêk nîne. Ez behsa herêmeke tenê nakim. Behsa Herêma Kurdistanê jî dikim.

Karmendên nexweşxaneyê baş in lê nexweşxane û ekîpmanên dermankirinê ne baş in. Rewşa nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê baştir e.

Hejmara textên hemû nexweşxaneyên Mûsilê di bin 800î de ye. Li parêzgehek ku şêniya wê 4 milyon de, çawa dibe tenê 800 nivîn hebin?

Li hemû welatên cîhanê rêjeyeke diyarkirî heye, eger li herêmekê 10 milyon kes hebin, di rewşa awarte de divê li gorî vê rêjeyê text hebin. Nexweşiyên awarte yên weke jehrîbûn, grîp û belavbûna vîrûsê hene. Li gorî vê standardeke cîhanê heye.

Ev trajediyeke mezin e, qadroyeke baş a bijîşkan heye lê di her karasatê de ji me re dibêjin herin ji dervey welat. Çima em zarokên xwe bişînin ji dervey welat? Li wir tiştek cûda heye gelo?

Dibe ku ji dervey welat nexweşxaneyên paqij û ekîpmanên baştir hebin lê qadroyek baştir a bijîşkan nîne. Bijîşkek çiqas baş jî be ger ekîpmanên wî nebe dikare çi bike?

Rûdaw: We behsa bijîşkan kir, tiştekî hûn bûne şahit heye? Bijîşka çi kirin?

Benedictus Younan Hano: Belê, ji ber dûkelê qirika gelek kesan werîmî. Bijîşkan ji bo vê gewriya hinek birîndaran emeliyat kirin .

Ji ber ku birîndaran nedikarîn nefesê ji difna xwe bistînin, tenê bijîşkekî 35 kes emelyat kirin. Emeliyat jî 5-10 xulekan berdewam dikir. Ango bijîşkekî jiyana 35 kesan rizgar kir lê li nexweşxaneyê tenê 2 tupên oksîjenê hebûn. Bijîşk ji berîka xwe pere da û ji derve tup kirî.

Rûdaw: Navê bijîjkê ku te behsa wê kir çi ye?

Benedictus Younan Hano: Navê bijîjkê li Musilê Şîlan bû. Wê bi diravê xwe amûrên pêwîst kirîn. Em piştre bi wê re axivîn, me got em alîkariyê bidin te lê wê qebûl nekir.

Bijîşk û xebatkarên me yên mirovperwer, xurt û pir baş hene. Çima em tişta pêwîst ji wan re nakin? Çima dema tiştek diqewime em diçin ji derveyî welat? Çima em bi mesrefa wê re rû bi rû bimînin? Bila em pêşbikevin, bila nexweşxaneyên me yên pêşketî çêbibin.

Rûdaw: Gelek rayedar çûn serdan wan, hûn alîkariya hatiye kirin çawa dinirxînin?

Sermetran Benedictus Younan Hano: Hemû rayedarên hatine tiştên baş gotin lê tişta em dixwazin pêkanîna wan gotinane. Ev biryar ne ew biryarên ku jiyana gel biguherînin

Êdî em hemû pirsgirêkan baş fêm dikin. Xema me gendelî ne. Em encamên gendeliyan roj bi roj baştir fêm dikin. Bûyera li salonê encamên gendeliyan e.

Di heman demê de gendelî û kêmasiyên di sîstema tenduristiyê û qadên din de jî nîşanî me da.

Em nikarin vê tiştê girêdayî mijarek an cihek tenê bihêlin. Ev yek ne tenê mijara raya giştî ye. Ev di heman demê de meseleya dewletê ye. Divê dewlet hemû kêmasiyên di vê bûyerê de rû dane êdî çareser bike.

Divê nexweşxane, ekîpmanên nexweşxaneyê, derman û hemû rayedarên dewletê li ber çavan werin derbazkirin. Divê bêhtir bixebitin. Ji vê bûyerê ne kesek her kes berpirsyar e.

Rûdaw: Eger encamên lêkolînan diyar bike ku bûyer ji lîstikên agirîn an ji ber elektirîkî rû daye, hûn dê çi bêjin?

Sermetran Benedictus Younan Hano: Çi dibêjin bila bêjin lê pêwîst e ji berpirsan hesap were xwestin. Divê ev wisa neçe. Hûn neçar in ku herkesî berpirsê bûyerê bibînin.

Pêwîst e navenda geştyaran, parastina sivîlan, dezgeha elektrîkê, kesên destûr dane û kesên çêkirine hemû bêne cezakirin.

Eger ev yek pêk neyên em dê bikevin grevê. Pêwîst e hemû Îraq jî bikeve grevê.

Karbidestiyeke min a ragihandina grevê nîne lê madem ku ev trajedî ya hemû Îraqeyan e, her kesê jî peyama bi hevrebûnê da, wê demê em li dijî gendeliyan bi hev re bikevin grevê.

Em dê serferberiyeke têkoşîna li dijî gendeliyan bidin destpêkirin.

Îro Serokkomar dixwaze li dijî gendeliyê têbikoşe. Em jî li gel wî ne û em dê bi hevr e têbikoşin. Bi destûra Xwedê em dê kesê gendeliyan dikin ji vî welatî derbixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst