Metranê Giştî yê Mûsilê li ser teqîna li dawetê axivî: ‘Em 24 saetan didin hikûmetê’

01-10-2023
Benedictus Younan Heno / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Benedictus Younan Heno / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hemdaniye Şewat Dawet Metranê Giştî yê Mûsilê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Metranê Giştî yê Mûsilê li ser bûyera Hemdaniyeyê da zanîn ku ew encamên lêkolînê red dikin û got, “Em 24 saetan didin hikûmetê da ku rapora lêkolînê betal bike.”

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Lijneyeke Îraqê li cihê bûyerê lêkolîn kiribû û ragihandibû ku şewat di encama agirbaziyê (fîşekên hewayî) de derketiye.

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê Benedictus Younan Heno li ser encamên lêkolînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Em bi ti awayî ji van encaman razî nabin”

 Benedictus Younan Heno, li ser encamên lêkolîna lijneyê wiha axivî:

“Van encaman em bêhêvî kirin, em bi ti awayî ji van encaman razî nabin çimkî xelkê beriya lêkolînê bi du sê rojan behsa encamên bi vî rengî dikir.”

Lijneya lêkolînê ragihandibû ku şewat ne “bizanîbûn” hatiye derxistin.

Li gorî lijneyê, faktorên wekî “hejmara mêvanan ku nêzîkî 900 kesî bûye” û “qutbûna karebayê” bûne sedema ku gelek kes canê xwe ji dest bidin.

Benedictus Younan Heno da zanîn ku ew li hêviya lêkolîneke “nû û mentiqî” ne.

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê li ser mijara ku fîşekên hewayî bûne sedema şewatê wiha got:

“Behsa fîşekên hewayî dikin. Kesekî ew tişt aniye û naşewite. Êdî ew çawa şewitîn? Xemsariye rasteqîn a ku em îro nabînin a kê ye?”

“Em lêkolîneke navdewletî dixwazin”

Benedictus Younan Heno da zanîn ku ew encamên lêkolînê qebûl nakin û pê de çû:

“Em lêkolîneke navdewletî dixwazin. Divê stratejiyek û bingeheke vê lêkolînê hebe.

Gelo dibe ku welatî berê zanibin dê encam çawa bin? Gelekî şerm e ku xelk beriya dewletê bi encaman zanibe.

Em bêdeng namînin, em dê bi hinek berpirsan re bicivin lê em niha encamên lêkolînê red dikin.”

“Me soza serhildanê da”

Benedictus Younan Heno berê amaje pê kiribû ku dê dest bi grêva birçîbûnê bikin. Wî ragihand ku li ser wê biryara xwe ne û got:

“Belê, me soza serhildanê da lê divê em hinek gavên din biavêjin. Em bi ti awayî bêdeng namînin. Em dê hem zorakên xwe yên ku şewitîn û hem jî yên ku xwediyê meqamên dewletê ne biparêzin.”

Benedictus Younan Heno destnîşan kir ku hîn sedemên sereke yên şewatê nehatine eşkerekirin û ji Serokwezîrê Îraqê xwest lêkolîneke navdewletî were kirin.

Li aliyê din, lijneya lêkolînê xwestibû ku hinek rayedarên Hemdaniyeyê ji erkê xwe werin dûrxistin.

Metranê Giştî yê Mûsilê daxuyand, “Ew dixwazin berpirsiyariya bûyerê bixin stûyê kesên bêguneh. Em zanîn ku îro nîvê saziyên dewletê ji aliyê milîsan ve tên birêvebirin. Divê em destûrê nedin ku rêvebirekî bêguneh were tawanbarkirin.”

“Em 24 saetan didin”

Benedictus Younan Heno daxwaze betalkirina rapora lêkolînê kir û got:

“Em niha ti biryarê nadin lê em 24 saetan didin wan ku raporê betal bikin û mijarê bi awayekî cidî binirxînin. Em ê piştî vê yekê biryara xwe bidin.

Dê biryara me ji grêva birçîbûne da em ji vê biryarê wêdetir naçin, dê ev bibe biryara me ya herî bihêz.”

Li aliyê din, Serokê Lijneya Lêkolînê Sed Falih Kesar Dilêmî diyar kir ku di encama teqînê de 107 kesan canê xwe ji dest daye û 82 birîndar hene.

Sed Falih Kesar Dilêmî herwiha destnîşan kir ku 600 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst