Hewlêr (Rûdaw) - Li Komara Domînîkê banê klûbeke şevê rûxiya, herî kêm 79 kes mirin û 160 kes birîndar bûn
Li Santû Domîngoya paytextê Komara Domînîkê banê klûba bi navê 'Jet Set'ê dema ku li hundir nêzîkî 300 mişterî hebûn rûxiya.
Li gorî daxuyaniya Birêvebirê Navenda Operasyonên Rewşên Bilez (COE) Juan Manuel Mendez, di encama rûxînê de 79 kesên ku di bin kavilên avahiyê de man jiyana xwe ji dest da.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di nav kavilan de berdewam dikin, nêzîkî 160 birîndar ku ji bin kavilan hatine derxistin sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.
Li nêzîkî cihê bûyerê morgeke demkî û navendeke bexşîna xwînê hat avakirin.
Hat ragihandin ku di nav kesên mirî de lîstikvanê berê yê Lîga Beyzbolê ya Amerîkayê (MLB) Octavio Dotel jî heye.
Di dema qezayê de strangbêj Rubby Perez ê ku li ser dikê stranê digot birîndar bû û muzîkvanekî ji orkestrê jî mir.
Rayedaran got ku wan heta niha sedema rûxîna banê avahiyê tesbît nekiriye.
Serokkomarê Komara Domînîkê Luis Abinader got ku ew ji bo gihiştina kesên di bin kavilan de mane 'bi dil û can dixebitin' û di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan piştî vê karesatê sê rojan şîn îlan kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse