Amed - Canegayê firar 5 meh in nayê girtin: Muxtar alîkarî xwest

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Canega
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Sîmaqiyê yê Amedê, canegayekî ku meha Kanûna Pêşîn a sala borî ji axurê reviya, tevî ku pênc meh in li çêregeha derdora gund digere, hîn jî nehatiye girtin û muxtarê gund ji rayedaran alîkarî xwest.

Bûyer li gundê Simaqiyê yê navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê pêk hat.

Li gorî nûçeya Amida Haberê, dema ku xwediyê canega mala xwe bar dikir deriyê axurê vekirî ji bîr kir û canega vê derfetê bi kar anî û reviya.

Tevî ku xwediyê malê û gundî gelek caran hewl dane jî, wan nekarî caneqa biqefêlin.

"Wek kîvroşkê direve"

Muxtarê gund Alî Kaya diyar kir ku gundiyan gelek caran hewl dane ku canega bigirin lê canega kovî bûye û wiha got:

"Malbata li gund dema ji mala xwe ya kevin bar dikir deriyê axurê vekirî hişt. Di wê demê de canega derfet dît û reviya.

5-6 meh in li derdora gund digere. Dema reviya 3-4 mehî bû, niha 8-9 mehî ye

 Li derdora gund Çemê Dîcle derbas dibe û genim jî digihêje. Pêwîstiya wî ne bi avê û ne jî xwarinê heye.

Êdî bi temamî kovî bûye û wekî kîvroşkê direve, em nikarin wî bigirin."

"Em alîkariyê dixwazin"

Alî Kaya û xelkê gund ji bo ku canega were girtin serî li Şaredariya Sûrê da lê heta niha tu bersiveke erênî wernegirtine.

Muxtarê Kaya got, "Me serî li şaredariyê da lê me çareseriyeke nedît.

Li gorî dîtina me, bikaranîna tivinga bêhişkirinê dibe ku tenê çareserî be. Ti rêyek din xuya nake.

Bi derbasbûna demê dê dest bi zirargihandina genimên derdorê jî bike.

Gundî dixwazin ev canega di demeke nêzîk de were girtin, bêyî ku zirarê bide derdorê. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst