Karl Nehammer: Em dê penaberên Sûriye û Efxanistanê vegerînîn

28-06-2024
Zinar Şîno
Serokwezîrê Awisturyayê Karl Nehammer \ Wêne: Rûdaw
Serokwezîrê Awisturyayê Karl Nehammer \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Karl Nehammer Awisturya Dersînorkirin Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Awisturyayê Karl Nehammer diyar kir ku divê penaberên Sûriye û Efxanistanê bên dersînorkirin.  

Civîna Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê li Bruksela Belçîkayê berdewam dike.

Yek ji mijarên civînên lûtkeyê dersînorkirina koçberên neyasayî bû.

Karl Nehammer ku ser vê bersiv da pirsên Nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şîno.

“Em dê penaberan vegerînîn”

Nehammer da zanîn ku ew bi wê yekê re ye ku penaber li welatên sêyem werin bicihkirin û wiha got:

"Ez vê yekê pir girîng dibînim. Pêvajoya penaberiyê li welatên sêyemîn bi giştî pêvajoyeke ewle ye.

Ev ne tenê helwêsta Awisturyayê ye 15 welatên Yekîtiya Ewropayê jî xwedî wê helwestê ne.

Ev di civîna bilind a encumenê de mijarek bû ku îro hat gotûbêjkirin.

Kesên ku hatine mehkûmkirin daxwaza parastinê li welatên me kiribûn, ew vê parastinê binpê dikin û kiryarên tundûtûjiyê dikin.

Em dixebitin ku wan vegerînin Sûriyeyê yan Efxanistanê, eger derfet çêbibe û helbet ji bo Îraqê jî dê bên vegerandin.”

Em li vir nîqaşên pir girîng dikin. Mafên mirovan e ku xwe bi ewle hîs bikin, demokrasî jî vî mafî dide wan.

Ji bo rêxistinkirina welêt demokrasî tê meşandin, em ji bo nîzam, ewlehî, azadî û cihêrengiyê dixebitin."

Li gorî Komîsyona Navxwe ya Ewropayê, sala 2023yan de zêdetirî 281 hezar penaber derbasî Ewropayê bûne.

252 hezar penaber bi rêya deryayê û nêzî 29 hezar penaber jî bi rêya bejahî gihiştine Ewropayê.

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), sala borî zêdetirî 155 hezar koçber ji ser Îtalyayê derbasî Ewropayê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst