Hêzên Tirkiyê gundewarên Eyn Îsa û Amûdê topbaran kirin

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Amûdê Eyn Îsa Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê gundewarê Eyn Îsa û Amûdê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêvewberiya Xweser, roja Pêncşemê 27ê Nîsanê danê nîvro hêzên Tirkiyê li ser sînorê hevbeş gundê Topiz li rojavayê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine.

Hatiye ragihandin ku ji ber topbaranê ti zirarên canî çênebûne, lê zirarên madî hene.

Hêzên Tirkiyê her di heman rojê de gundê Fatse li gundewarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kirine û di encama topbarana ser wî gundî de jî zirarên madî çêbûne.

Gundê Faste di 21ê Nîsanê de jî hatibû topbarankirin.

Roja 25ê Nîsanê jî, li başûrê bajarê Kobanî droneke Tirkiyê otombîlek kiribû armanc ku di encamê de şervanekî Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSDê canê xwe ji dest dabû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst