Tirkiyeyê stasyona avê ya Eyn Îsayê topbaran kir: 12 gund bê av man

12-09-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Eyn Îsa Topbaran Stasyona Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di topbarana artêşa Tirkiyeyê de stasyona bajarokê El Hêşayê yê Eyn Îsayê ji kar ket.

Artêşa Tirkiyeyê doh bajarokê El Hêşayê yê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

Hevserokê Birêvebiriya Avê ya Reqayê Mesûd Bûzî ji North Pressê re ragihand ku Tirkiyeyê trafoya ku elektrîka pompeya avê dabîn dike topbaran kiriye.

Her wiha Mesûd Bûzî da zanîn ku ji ber topbarana Tirkiyeyê ziyanên madî li nav stasyona avê çêbûne.

Li aliyê din, Mesûd Bûzî diyar kir ku ji ber têkçûna trafoya elektrîkê, stasyona avê karê ji kar ketiye û xelkê El-Hêşayê û 12 gundên din ji ava vexwarinê bê par maye.

Giringiya Eyn Îsayê

Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.

Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.

Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst