Tirkiyeyê, Kobanî û Eyn Îsa topbaran kirin

06-10-2023
Nîşan Tirkiye Topbaran Kobanî Eyn Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê îro serê sibehê gundên bakurê Kobaniyê û gundekî rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi awayekî dijwar topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, demjimêr 01:00ê artêşa Tirkiyeyê, gundên Carqilî, Gultepe û Til Şiîrê yên Kobaniyê topbaran kirin.

Li aliyê rojhilat jî gundên Zormixar, Şiyûxa Jorîn û Baxdikê ketin ber wê topbaranê.

Li Eyn Îsayê jî gundên Mişêrfe, Ebû Netûne, Tirwaziye û Sakîroyê û seyrangeha El Saqirê bûn armanca êrişan.

Di derbarê zerer û ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin û HSDyê jî ti daxuyanî nedane.

Herwiha li gorî agahiyan, her di heman demê de balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Malikiyeyê yê navçeya Şerayê ya Efrînê jî bombebaran kiriye.

Gundên bakur û rojavayê Minbicê jî bi heman awayî bi çekên giran hatine topbarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst