Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Brîtanya û Ewropayê çû Rojavayê Kurdistanê û li Qamişloyê bi Rêveberiya Xweser re civiya.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê, Şandeya Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê pêşwazî kir.
Îlham Ehmedê di civînê de derbarê rûdanên siyasî, ewlehî û aborî yên dawî yên li herêmê, brîfîngeke berfireh da Şandeya Brîtanya û Ewropayê.
Tê plankirin ku 18ê Nîsanê partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê li kongreya neteweyî li hev bicivin.
Piştî wê jî dê ji bo çavdêriya gotûbêjên amadekirina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyeyê komîteyeke hevpar bê avakirin.
“Li ser yekîtiyê gotûbêjên cidî tên kirin”
Îlham Ehmedê di brîfîngê de diyar kir ku di navbera partiyên siyasî yên Kurdan de diyalog berdewam dike û li ser yekîtiyê gotûbêjên cidî tên kirin.
Îlhamê teqezî li ser girîngiya tevlîbûna berfireh di pêvajoya destûra bingehîn de kir û diyar kir ku dê komîteyên nû bên avakirin da ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hev bicivînin.
Wê da zanîn ku avakirina wan komîteyan, berî amadekirina her reşnivîsekê gaveke pêwîst e.
“Rêveberiya Xweser ji hinek cezayên Amerîkayê hatiye cudagirtin”
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser derbarê mijarên aborî jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê bi awayekî qismî ji cezayên ku Amerîka li ser Sûriyeyê ferz dike hatiye cudagirtin.
Îlham Ehmedê her wiha da zanîn ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê hîn jî li deverên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Wê eşkere kir qutkirina çavkaniyên avê bi qestî ji aliyê Tirkiyeyê ve, bûye sedema zehmetiyên cidî li parêzgeha Hisîçayê ku nêzîkî milyonek niştecîh êdî nikarin xwe bigihînin ava paqij a vexwarinê.
“Hikûmeta Şamê di temsîlkirina pirrengiya xelkê de bi ser neket”
Wê di heman demê de rexne li hikûmeta Şamê ya ku nû hatiye avakirin girtin û diyar kir ku hikûmet di temsîlkirina pirrengiya xelkê Sûriyeyê de bi ser neket, bi temamî li ser îdeolojiyeke Îslamî, selefî hatiye avakirin.
Bi gotina Îlham Ehmedê rêveberiya nû ya Sûriyeyê hewl dide xwe di nava civaka navneteweyî de wekî “dilsozê mafên mirovan” nîşan bide lê kiryarên wan bi vê yekê re nakok in.
Herî dawî jî Îlham Ehmedê teqezî li ser girîngiya reşnivîseke destûra bingehîn a berfireh kir ku bibe bingeha hilbijartinên şefaf û demokratîk.
Li gorî gotina wê bêyî destûreke bi vî rengî, pêkanîna hilbijartinan bêyî ku sîstema hilbijartinan were zanîn dê pirsgirêkeke mezin be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse