Abdullah Zeydan: Qeyûm projeyên ji bo xizmeta xelkê betal dike

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan Wan Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydanê ku li şûna wê qeyûm hatiye dayîn diyar kir ku qeyûm yek bi yek projeyên ji bo xizmeta xelkê betal dike û girîngiyê nade ewlehiya bajêr.

Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyê îro bi beşdarbûna hevserokên şaredariyê ku li şûna wan qeyûm hatiye danîn bi rojeva "pratîkên qeyûm" civiyan.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan amaje bi wê yekê da ku qeyûm projeyên ji bo xizmeta xelkê Wanê betal dike û ew dê vê yekê bişopînin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Zeydan wiha got:

“Mixabin wekî hûn dizanin, yek ji karên pêşî yên qeyûm betalkirina van protokolan bû.

Di heman demê de qeyûm îhaleyên nûkirina xetên ava vexwarinê û kanalizasyonê, yan jî jinûveavakirina wan ên nêzîkî 60 gundî yek bi yek betal kirin.

Qeyûm kiryarên xwe yên pêşkêşkirina çavkaniyên xelkê ji saziyên din û ji alîgirên xwe re didomîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst