Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî got, "Hîn teror neqediyaye û pêwîstiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi mayîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî heye."
Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li Dihokê tê lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdarî MEPS2024ê bû.
Mesrûr Barzanî li ser metirsiya DAIŞê diyar kir ku her çend Îraq di warê parastina rewşa ewlehiyê de pêşketinek bi dest xistibe jî metirsiya DAIŞê zindî ye.
"Hîn DAIŞ maye"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha pê de çû:
"Em wisa nabînin ku teror qediyabe. Bi ya me DAIŞ hîn maye.
Endamên wê yên çalak hene, ne tenê li navçeyên cuda yên Îraqê lê li navçeyê û deverên din ên cîhanê jî.
Ji ber wê jî ji bo şerê li dijî terorê pêwîstiya me bi hevpeymaniya navneteweyî heye."
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew hêv dikin biryarên ku tên dayîn bi baldarî werin nirxandin û ji bo garantîkirina ewlehiya herêmê gav bên avêtin.
Hebûna Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî
Di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de Amerîka hezar û 500 û welatên din jî 500 leşker li Îraq û Herêma Kurdistanê hene.
Bexda û Washington ji bo kêmkirin û bidawîkirina peywira hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê di nav danûstandinan de ne.
Îraq dixwaze di danûstandinan de dem û qonaxên vekişîna hêzên biyanî werin diyarkirin.
Tê plankirin ku qonaxa yekem a vekişînê heta meha Îlonê 2025an temam bibe.
Qonaxa duyemîn a vekişînê dê salek şûnde di meha Îlona 2026an de biqede.
"Bi Tirkiyeyê re têkiliyên me baş in"
Mesrûr Barzanî diyar kir ku bi Tirkiyeyê ra têkiliyên wan baş e û got ku "Em der barê rewşa ewlehiyê ya li herêmê da xwedî nêrîneke baş in."
Barzanî diyar kir haj bi wê yekê hene ku tekane çavkaniya dahatê eger petrol be ev dê her dem pirsgirêk derxîne û got ku ew hewl didin ku berê xwe bidin çavkaniyên dahatê yên cuda û aboriya xwe bi çeşîd bikin.
Her wiha Barzanî diyar kir ku Îran cîranekî girîng ê Îraqê ye û got normal e ku têkiliyên Îraqê bi Îranê re baş bin.
Barzanî da zanîn ku bi Amerîka û welatên din ên Rojavayî ra peywendiyên wan ên baş hene û got:
"Lê ev yek nayê wê wateyê ku em naxwazin têkiliyên me bi Çîn an jî welatekî din ra baş nebin."
Barzanî li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî wiha axivî:
"Bi Tirkiyeyê re têkiliyên me baş in. Bi Tirkiyeyê re têkiliyên me yên aborî û bazirganiyê hene.
Em derbarê rewşa ewlehiyê ya li herêmê da xwedî nêrîneke baş in.
Her wiha Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê li rêyên aştiyane yên cuda digere û ev yek jî wêrekiyê dide me.
Ji ber vê bi Tirkiyeyê re peywendiyên me baş in û heta dikarim wekî çêtir bi nav bikim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse