Adar e lê zivistan e: Xelk asê maye

28-03-2024
Rêya navbera Gever û Oremarê / Wêne: AA
Rêya navbera Gever û Oremarê / Wêne: AA
Nîşan Gever Berf Colemêrg Colemêrg Collective
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya navbera Gever û Oremarê ya li parêzgeha Colemêrgê ji ber berfa zêde hatiye girtin.

Tîmên girêdayî Rêyên Bejayiyê bi makîneyên kar hewl didin berfa li ser rê paqij bikin.

Ji ber ketina aşûtê rê hatiye girtin, hinek welatî asê mane û nikarin biçin gundê xwe.

“Em li vê derê asê mane”

Nasir Karayê ku asê mayê got:

“Em dê biçûna gundê xwe lê ji şeva borî ve em li vê derê asê mane.

Aşût ketiye ser rê. Bi hêviya Xwedê di demeke kurt de dê rê bê vekirin.”

Li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêyên 171 gundan hatine girtin.

Li parêzgeha Bedlîsê rêyên 51 gundan hatine girtin û bo vekirina wan rêyan nêzîkî 60 makîneyên kar û 80 kes di nav tevgerê de ne.

“Ev zivistana herî dijwar e”

Berpirsê Tîma Îdareya Rê Naîl Aşît amaje bi dijwariya zivistanê da û got:

“Ev zivistana herî dijwar a van salên dawî ye.

Niha li cihên bilind zêdeyî metreyekê berf ketiye.

Li hinek herêmên Tirkiyeyê havîn e û mirov dikevin nav deryayê lê em hîn jî li vê derê di nava berfê de ne.”

Li gel ku dawiya meha adarê ye jî li piraniya Bakurê Kurdistanê barîna bi berf û baranê berdewam dike.

Saziyên pêwendîdar hişyariyê didin ku ji bo lehî, aşût û rewşên din ên awarte tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst