Geştên asmanî yên Colemêrgê hatin betalkirin

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Colemêrg Balafirgeh Geştên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Turkish Airlinesê (THY) ragihand, geştên asmanî yên Colemêrgê yên ji bo îro plankirî bûn, ji her du aliyan ve hatin betalkirin.

Li gorî daxuyaniya THYyê, geşta TK 2670-2671 Stenbol-Gever-Stenbol û geşta AnadoluJetê ya TK 7192-7193 Enqere-Gever-Enqere ji her du aliyan ve hatin betalkirin.

THYyê da zanîn ku ew geşt ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê hatine betalkirin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berf û baranê berdewam dike û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst