Li Wan, Bêdlîs û Mûşê rêyên 158 gundan hatin girtin

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan Berf Rêya Gundan Şirnex Colemêrg Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bêdlîs û Mûşê ji ber berfê rêyên 158 gundan hatin girtin.

Herwiha rêya Colemêrg-Şirnexê ji ber aşûtê hat girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji doh êvarî ve berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyî zehmetiyan bûne.

Tîmên şaredariyan û saziyên îdareyên taybet ên bajaran xebatên vekirina rêyan didomînin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde ya ji doh êvarî ve dest pê kiriye rêyên 11 gundan hatine girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navenda bajêr û gundan ji bo paqijkirina berfê xebatan dikin.

Li Elbakê stûrbûna berfê gihişt 10 santîmetreyan

Li navenda navçeya Elbakê jî stûrbûna berfê gihişt 10 santîmetreyan.

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Bêdlîsê Umit Kurtkan jî got ku li tevahiya bajêr ji ber berfa zêde rêya 45 gundan hatiye girtin.

Umit Kurtkan da zanîn ku xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Li Mûşê rêyên 102 gundan hatin girtin

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde rêya 102 gundan hatiye girtin.

Şeyhmus Yentur got:

“Biharê berf dibare. Li herêmên bilind berfê bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Tîmên me ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe dikin.”

Rêya Colemêrg û Çelê ji ber aşûtê hat girtin

Rêya parêzgehên Colemêrgê û Şirnexê, îro ji ber aşûtê hat girtin.

Li herêma Depînê ya Colemêrgê aşût çêbû û berfeke zêde bi ser rêya Colemêrg-Çelê û Colemêrg-Şirnexê de hat.

Ji ber aşûtê rê hat girtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Saziya Rêyên Bejahiyê û tîmên Şaredariya Colemêrgê çûn cihê bûyerê.

Tîman dest bi paqijkirin û vekirina rê kir.

Tîmên AFADê ji bo egera bûyerên neyînî tedbîr wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst