Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hatina meha Remezanê got, "Ji Xwedayê mezin diaxwazim xêr û aramiyê ji bo hemûyan bi xwe re bîne."
Li Herêma Kurdistanî sibe wekî roja yekem a Remezanê hat ragihandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi ji bo hatina meha Remezanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê, pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî hemû misilmanên li Kurdistanê, Îraqê û li seranserê cîhanê dikim.
Ji Xwedayê mezin diaxwazim xêr û aramiyê ji bo hemûyan bi xwe re bîne.
Remezan meha dilovanî, lêborîn û qenciyê ye, derfetek e ji bo xurtkirina nirxên biratî û pêkvejiyanê û nûkirina ruhê hevkariyê di civakê de.
Hêvîdar im aramî û ewlehiyeke zêdetir ji bo gelê Kurdistanê, Îraqê û herêmê bîne.
Xwedayê mezin rojî û îbadetên hemûyan qebûl bike û aramiyê bi hemûyan bibexşîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse