Şêwirmendê Erdogan: PKK navekî sîwanî ye, banga Ocalan hemû hêzan dihewîne

03-03-2025
Nîşan Mehmet Uçum PKK Bang Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser banga Ocalan got, “Bang ji bo hemû hêzên terorê yên li herêmê ye.”

Abdullah Ocalan xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Mehmet Uçumê Şêwirmendê Sereke yê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya hesabê xwe yê Xê got ku ev bang ne tenê PKKyê li xwe digire.

Mehmet Uçum got ku “PKK navekî sîwanî ye” û ev tişt gotin:

“Tevna PKKyê bi hemû hêzên xwe yên li herêmê ve girêdaneke organîk heye. Navê PKK navekî sîwanî ye. Navên cuda yên di bin navê PKKyê de vê rastiyê naguhêre ku hemû bi hev re ne û girêdaneke organîk di navbera wan de heye.

Girêdana organîk a PKKyê ji van hêmanan pêk tê: Yek rêber (Ocalan), rêveberiyeke hevpar, bernameyeke hevpar, siyasetek hevpar û tevgereke bi hevahengî.

Armanca Tirkiyeya bê teror ne tenê jiholêrakirina beşeke PKKyê lê belê tasfiyekirina hemû hêzên wê û jiholêrakirina hemû girêdana organîk e. Bang jî hemû hêzan dihewîne.

Di daxuyaniya Ocalanî de mexseda ‘PKK xwe fesh dike’ ew e ku ‘KCK bi hemû şaxên xwe re dê bibe dîrok’, yanî ev rêxistin li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê dê bi tevahiya hebûna xwe biqede, ev peyam zelal e. Tiştekî din nikare bê fikirîn. Wekî ku Serokomar Erdogan dibêje, li vir ne mimkîn e ku ‘fêlbaziyeke şerqê’ hebe.

Gava yên ku vegira bangê bi dilekî pak nîqaş dikin van diyardeyan li ber çavan bigirin û nîqaşên xwe bikin dê ev ronîkertir be.”

Li gorî Uçum “ti rastiya” wan nîqaşên li derveyî vê çarçoveyê nîne.

Mehmet Uçum amaje bi gefên Erdogan ên dawî da û berdewam kir:

“Hişyariya ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve hatiye kirin a bi rengê ‘Eger soz neyên cih, guneh ne di stûyê me de ye; operasyon dê berdewam bikin heta ku kevirek li ser kevirekî nemîne û ser li ser mil nemîne’ nîşana herî mezin a vê bibiryariyê ye.

Bê guman tê hêvîkirin ku bang were pejirandin, kongre were lidarxistin, çek bên danîn û teslîm bibin.

Lê di her rewşê de dema armanca Tirkiyeya bê teror were cih, Tirk, Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên gelê Tirk bi hev re dê qezenc bikin.

Hêza hebûna bi hev re ya wekî Tirkiyeyê dê bigihe asteke bilindtir. Bila ti kes gumanê ji vê neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst