Odeya Bijîşkan a Amedê: Cîhazên penceşêrê kar nakin

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Odeya Bijîşkan a Amedê Cîhazên Penceşêrê
A+ A-

Hewlêer (Rûdaw) - Odeya Bijîşkan a Amedê ragihand ku li hemû nexweşxaneyên dewletê ji bo nexweşên penceşêrê tenê cîhazek kar dike û ev yek dibe sedema mirina nexweşan.

Odeya Bijîşkan a Amedê îro derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Odeya Bijîşkan ji bo çareserkirina pisporên radyasyonê û cîhazê radyoterapiyê bangî rayedaran kir.

“Newekhevî xwe di dermankirina penceşêrê de jî nîşan dide”

Odeya Bijîşkan di daxuyaniya xwe de got: “Newekheviya li qada tenduristiyê xwe di dermankirina penceşêrê de jî nîşan dide.

Li bajarê me ji ber kêmbûna pisporên radyasyonê û cîhazê radyoterapiyê nexweşên pençeşêrê nayên dermankirin û canê xwe ji dest didin.”

Odeyê li ser hesabê xwe derbarê newekheviya qada tenduristiyê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê de amar belav kirine û daxwaz dike ku rayedar bikevin tevgerê.

Li gorî belgeyên hatine belavkirin, ligel ku nifûsa parêzgehên Edene û Amedê nêzîkî hevûdu ye ji aliyê pispor, cîhaz û navendên dermankirinê ve gelekî ferq heye.

Di belgeyê de hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Edenê 5 navend, 16 pizîşkên pispor û 9 cîhaz hene lê li parêzgeha Amedê ya tenê 3 navend, 4 pizîşkên pispor û 3 cîhaz hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst