Li Amedê cihnedana Kurdî bû sedema nerazîbûnan

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Odeya Bijîşkan a Amedê Zimanê Kurdî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, tabeleya navenda tenduristiyê ya ser bi Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ve, bi Tirkî û Erebî hat nivîsandin.

Cihnedane Kurdî ya li ser tabeleyê bû sedema nerazîbûnan.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Amedê, li navçeya Peyasê li ser tabeleya 33emîn Navenda Tenduristiyê ya Malbatê zimanê Erebî jî zêde kir.

Odeya Bijîşkan a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ber nebûna Kurdî, nerazîbûn nîşanî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê da.

“Xizmeta bi zimanê dayîkê berpirsiya wezaretê ye”

Odeya Bijîşkan a Amedê got, Dabînkirina xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re bi zimanê dayikê berpirsiya bingehîn a Wezareta Tenduristiyê ye.

Em bangî Wezareta Tenduristiyê dikin, hesasiyeta ji bo zimanên din ji bo Kurdî jî nîşan bide û demildest dest ji helwesta tinehesibandina gelê Kurd berde.”

“Ji bo bi Kurdî pere pêwîst bin em dikarin bidin”

Serokwekîlê Koma HEDEPê Saruhan Oluç jî li Parlamentoya Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da û got:

“Eger ji bo bi Kurdî nivîsandina van tabelayan ji Wezareta Tenduristiyê re pere pêwîst bin em dikarin bidin.”

Serokwekîlê Koma HEDEPê ya Parlamentoyê Saruhan Oluç wiha axivî:

“Em ne li dijî wê ne ku bi Tirkî û Erebî hatiye nivîsandin lê divê bi zimanên din jî bê nivîsandin.

Di rastî de jî li Kayapinara ku ji sedî 95ê niştecihê wê Kurd in, divê bi Kurdî jî bihata nivîsandin lê nîne.

Wezareta Tenduristiyê bi awayekî domdar û bi biryardarî Kurdî nabîne. Li vî welatî hebûna bi milyonan Kurdan nabîne.

Hesasiyeta Wezareta Tendirustiyê li dijî Kurdî heye. Eger were bîra we, em pêştir di mijara e-reçetemê de jî li ser vê mijarê axivîbûn.

Niha jî mijara Kayapinarê. Wezîrê Tenduristiyê wê rojê hat gotûbêjên budceyê û bi îşareta destan hemû tişt bi pereyan ve girê da.

Em niha bibêjin, eger ji bo bi Kurdî nivîsandina van tabelayan pere pêwîst bin em amade ne bidin. Em dê bidin.

Bila Wezareta Tenduristiyê rojekê berî rojekê cudahiya li ser tabeleyan, hesasiyet û tirsa li dijî Kurdî bi dawî bine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst