Li Amedê bijîşkan dest bi grevê kir: ‘Em wezaretê hişyar dikin!’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen bû mêvanê bultena Bakur
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen bû mêvanê bultena Bakur
Nîşan Bijîşk Kurdî Grev Odeya Bijîşkan a Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bijîşkên Nexweşxaneya Zarok û Jinan a Jidayikbûnê li dijî giraniya kar dest bi grevê kir.

Bijîşkan diyar kir ku şert û mercên kar roj bi roj zehmettir dibin û ew êdî zextên li ser xwe qebûl nakin.

Roja çarşemê bijîşk li klînîkên derveyî nexweşxanê naxebitin û wan da zanîn ku ew rojane nêzîkî 100 nexweşan dibînin û ji ber şert û mercên fîzîkî yên nexweşxaneyê nikarin bi başî xizmetê bikin.

Bijîşkan diyar kir ku 70-80 jinên ducanî di bin berpirsyariya bijîşkekî pispor de ne û ji ber kêmbûna cih neçar mane nexweşên ku diwelidin bilez bişînin malê.

Bijîşkan ragihadibû ku eger çareseriyeke demildest neyê dîtin, wê greva wan bidome.

Li gorî zanyariyan, Rêveberiya Nexweşxaneyê bi bijîşkan re civiyaye û soza çareserkirina pirsgirêkan daye wan.

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen bû mêvanê bultena Bakur a ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike.

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen li ser sedema greva bijîşkan got:

“Bijîşkek deqîqeyekê li nexweşekî dinêre û em jî dibêjin ku têrê nake û divê herî kêm 20 deqîqe bin.

Heger ne wisa be dê nexweşî çawa were tesbîtkirin û dermankirin?

Ev pirsgirêk li hemû nexweşxaneyan û li hemû beşan heye.

Wezareta Tenduristiyê dibêje hûn dê herî zêde 5 deqîqeyan li nexweşekî binêrin.

Gel jî vê dizane û dema ku wisa dibe êrişî bijîşkan dikin.”

“Mafê bijîşkan ne ev e”

Veysî Ulgen her wiha da zanîn:

“Ji ber vê nexweşên giran diçin nexweşxanayên taybet û pereyan didin. Jiyana gelek kesan di metirsiyê de ye.

Em wezaretê hişyar dikin û dest ji kar berdidin. Em çalakiyan dikin û dibêjin ev xelet e, mafê bijîşkan ne ev e.

Derfet hene dikarin klînîkan zêde bikin. Bijîşk li vir (Bakurê Kurdistanê) namînin, diçin bajarên din. Bijîşkên ku tên jî bi Kurdî nizanin û bi başî xelkê tedawî nakin.”

Veysî Ulgen li ser mijara nezanîna Kurdî ya bijîşkan jî anî ziman:

“Ew pirsgirêka ku li Sêrtê derket, ew kesên pişkinînan dikin bi Kurdî nizanin û heger zanibin jî ditirsin biaxivin.

Dema bijîşkek an karmendekî tenduristiyê bi nexweşekî re bi Kurdî diaxive dozê lê vedikin û jê re dibêjin ku propagandaya terorê kiriye.”

Roja Sêşemê nexweşa bi navê Fatma Sumeliyê ku di guhên wê de pirsgirêk hebûn ji bo tedawiyê çû beşa Qirik, Poz û Guh a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Bijîşkekî beşê xwest ku pişkinîna wergirtina axaftinê ku SRT jê re tê gotin ji navborî re bike lê ji ber ku bi zimanê Tirkî nedizanî ew test jê re nehat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst