Ayşegul Dogan: Em partiya diyalogê ne û deriyên me vekirî ne

27-03-2024
RÛDAW
Ayşegul Dogan li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bû mêvana bernameya Rûdawa Îro
Ayşegul Dogan li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bû mêvana bernameya Rûdawa Îro
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, derbarê nûçe û îdiayên destpêkirina danûstendinên nehênî yên di navbera DEM Partî û AK Partiyê got, “Heta niha AK Partiyê ber bi me ve gavek neavêtiye.”

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bû mêvana bernameya Rûdawa Îro ku Nûner Fatih pêşkeş dike.

“Danûstandinên me yên veşartî nînin”

Ayşegul Doganê red kir ku danûstandinên DEM Partiyê li gel AK Partiyê hebin û got:

“Heta niha ji aliyê AK Partiyê ve ber bi me ve me ti gav nehatiye avêtin.

Ya duyemîn jî ti danûstandinên me yên veşartî, ti hevdîtinên me yên li pişt deriyên girtî nebûne.

Me ne tenê bi AKPyê re, bi partiyên din re jî diyalogeke wiha nekiriye.”

“Em dê li Qileban û Elkê bi ser bikevin”

Ayşegul Doganê, derbarê rewşa hilbijartinên şaredariyan û dengên DEM Partiyê got:

“Rewşa me li Şirnexê gelekî baş e.

Ew kesên li ser Şirnexê dilgiraniya wan ji bo Şirnexê hene dê zêdetir bitirsin, ez ji niha de ji wan re bibêjim.

Em dê li Şirexê bi ser bikevin, em dê li Qileban û Elkê jî bi ser bikevin.

Eger ez li vir behsa rewşa me ya giştî bikim, wekî hemû partiyên siyasî di hilbijartinên 31ê Adarê de em dixwazin li seranserî Tirkiyeyê bi ser bikevin û em ji bo vê dixebitin.”

“Em partiya diyalogê ne û deriyên me vekirî ne”

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Ayşegul Doganê ragihand deriyên partiya wan ji bo diyalogê vekirî ne û amaje bi wê yekê kir ku 40 sal in ew ji bo diyalog û aştiyê dixebitin.

Doganê behsa îdîayên danûstandina li gel AK Partiyê jî kir û got:

“Em dibêjin em partiya têkoşîna hemû gelên Tirkiyeyê, bi taybetî jî ya gelê Kurd in û mafên wan diparêzin.

Tiştekî din jî ew e, em partiya diyalog, şêwir û gotûbêjê ne û ev ne tiştekî nû ye.

Nêzî 40 salî ye em di vê xetê de ne. Gelek partiyên me hatin girtin, gelek serokên me hatin qetilkirin.

Ne tenê hatin girtin û sirgûnkirin herwiha hatin kuştin. Parlementerê me Mihemed Sîncar hat kuştin.

Yanî ji bo vekirina rêya diyalogê bedelên mezin dane û em niha jî didin.

Lê heta niha AK Partiyê ber bi me ve gavek neavêtiye.

Ya duyem jî ti danûstandinên me yên veşartî, ti hevdîtinên me yên li pişt deriyên girtî nebûne.

Me ne tenê bi AK Partiyê re, bi partiyên din re jî hevdîtinên wisa pêk neanîne.”

“Em ji berjewendiyên partiya xwe berpirsiyar in”

Ayşegul Doganê di haman demê de amaje bi sedemên namzedên DEM Partiyê yên Stenbolê jî kir û got:

“Me ti carî li ti derê namzedek nîşan nedaye ku li gorî berjewendiyên AK Partiyê be.

Em ji ber berjewendiyên xwe namzedan destnîşan dikin.

Hema bêje li hemû herêman me namzed hene. Em lê nanêrin bê ka wê feyda li kê bibe û zererê dê li kê bibe.

Li parêzgehan 77 namzedên me hene. Ti kes nikare me berpirsyar bibîne.

Em bi tenê ji berjewendiyên partiya xwe berpirsiyar in.”

“Em dê şaredariyan careke din bistînin”

Di beşeka din a axaftina xwe jî de Ayşegul Doganê anî ziman ku ew şaredariyên bi zorê û bi hileyan ji wan hatine standin dê careka din bi dest bixin û wiha domand:

“Em dê şaredariyên bi hîle û gendelî û derewan ji me hatine standin careka din bi dest bixin.

Serkeftina li Stenbolê dê were çi wateyê? Dema em vê gotûbêj dikin em dixwazin tevgera xwe bihêztir bikin.

Em dixwazin destkeftiyên xwe li her deverê belav bikin.

Em dixwazin li her deverê destkeftiyên me hebin. Eger îro namzedên me yên Stenbolê hebe ew nayê wê wateyê ku siyaseta me ya sala 2019an xelet bû.

Me wê demê jî gotibû, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo azadiya neteweya Kurd me helwesteke wisa destnîşan kiriye.”

“Em ji bo xwe dixebitin”

Di dawiya axaftina xwe jî de Ayşegul Doganê da zanîn ku ti peywireka wan a biserxistin an jî têkbirina ti kesî nine û wiha berdewam kir:

“Niha erk û berpirsyariyeka me ya wisa nine ku ne kes winda bike û ne jî kes qezenc bike.

Em dê ji bo xwe bixebitin. Divê em li seranserê Tirkiyeyê dengên xwe zêde bikin da ku careke din qeyûm neyê tayînkirin. Ev yekem e.

Dengderên DEM Partiyê divê zanibin ku her dengek xwedî girîngiyekê ye û nirxek e. Ti aliyekî din nîne ku nûnertiya wan bike.

AKP û CHP di kampanyayên xwe yên li li bajarên Kurdan de dibêjin, eger hûn dengên xwe bidin DEM Partiyê, dê dîsa qeyûm werin lewma dengê xwe nedin.

Her du partî jî bi vî rengî li dijî îradeya Kurdan dibin xwedî yek helwest.

Divê ev tirs bê şikandin. Feydeyê vê tirsê ji ti kesî re nîne.

Gelek partî hatin û çûn, gelek serokkomar û serokwezîr hatin û çûn.

Eger li berjewendiyên Tirkiyeyê bifikirin dê dev ji polîtîkayên bi vî rengî berdin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst