Li Xarpêtê agir bi mizgefteke dîrokî ket

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê agir bi mizgefeke ku dîroka wê vedigere beriya 303 salan ket û bi temamî şewitî.

Li Taxa Aksarayê ya ser bi navenda parêzgeha Xarpêtê şeva borî agir bi mizgefta Aksarayê ku dîroka wê vedigere salên 1720an ket û piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristanî çûn cihê bûyerê û midexaleya agir kirin.

Piştî çend demjimêran agir bi temamî hat vemirandin lê zerareke zêde gehişte mizgeftê.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Mizgefta Aksarayê di erdheja 24ê Çileya 2020an ya Sîvrîceyê de ku bi hêza 6.8 pile çê bûbû zerareke zêde dîtibû û welatî ji bo nimêjê nediçûn mizgeftê. Biryar bû mizgeft piştî erdhejê bê nûkirin lê heta niha ti kar û xebat nehatiye kirin.

Derbarê sedema derketina agir de jî ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst