Heseke; Termên du birayên di Çemê Xabûr de xeniqîbûn hatin dîtin

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Rojava Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çiyayê Resas li rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku Çemê Xabûr tê re derbas dibe, termê ciwanekî 14 salî yê bi navê Mihemed el-Erce hat dîtin. Beriya rojekê jî termê birayê wî Umer hatibû dîtin. Her du bira berî 11 rojan li wê navçeyê ketibûn nav çem û xeniqîbûn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 26ê Adarê li navçeya Çiyayê Resas li rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku Çemê Xabûr tê re derbas dibe, termê ciwanê 14 salî Mihemed el-Erce hat dîtin, ku berî 11 rojan li wê navçeyê ligel birayê xwe xeniqîbûn.

Berî rojekê termê birayê wî Umer el-Erce li heman navçeyê hatibû dîtin.

Roja 16ê Adara 2023an, Mihemed û Umer el-Erce ligel bavê xwe Ibrahîm el-Erce bi mîtorsîkletekî di ser Pira Dûlab el Uweys re derbas bûbûn ku pir ji ber lehiyê têk çûbû û di encam de mîtorsîkleta wan ketibû xwarê, bav rizgar bûbû lê herdû ciwan ketibûn nav avê û xeniqîbûn.

Di heman rojê de jî, li navçeya Çiyayê Qezawanan li başûrê rojavayê Hesekê ciwanekî 14 salî ji ber lehiyê canê xwe ji dest dabû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst