Li Mûşê lehî rabû: Keçeke 20 salî canê xwe ji dest da

07-07-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Milazgir Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabû û keçeke 20 salî canê xwe ji dest da.

Li gundê Baxçeyê yê navçeya Milazgirê ji nişke ve baraneke gur bariya.

Li gorî nûçeya malpera Alparslandiyari.comê, dema baran dibariya Nazar Karataş û dêya xwe li hewza xwê kar dikir.

Piştî baranê lehî rebû û keça bi navê Nazar Karataş û dêya xwe li ber lehiyê çûn.

Nazar Karataşa ku li ber lehiyê çû canê xwe ji dest da û dêya wê jî ji aliyê gundiyan ve hat rizgarkirin.

Cenazeyê Nazara Karataşê birin Morga Newxweşxaneya Dewletê  ya Milazgirê.

Barana gur li navçe gundên wê bû sedema zerereke mezin û gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst