Agirî - Otomobîl ji rê derket: 7 kes birîndar bûn

07-07-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Bazîd Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek qeza kir, 1 jê bi giranî 7 kes birîndar bûn.

Li nêzîk gundê Zorava Tozo yê navçeya Bazîdê, otomobîla ku M.A. diajot ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de 7 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinên cendirme, tîmên tendirustiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.

Hat zanîn rewşa şofêr M.A. giran e û rewşa birîndarên din baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst