Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed rewşa xwirek û sotemeniyê ber bi başbûnê ve diçe.
Piştî ketina rejîma Esed ji xeynî pirsên siyasî û ewlehiyê, bi nerîna welatiyan rewşa nan û sotemeniyê roj bi roj baş dibe.
Di serdema Esed de bidestxistina pêdiviyên rojane yên wekî nan û gaza malan gelekî zehmet bû lê bi gotina welatiyan niha rewş ber bi şabûnê ve diçe
"Em dibînin hino hino welatê me baş dibe"
Welatî Ferîd Cemal got, "Bi rastî em dibînin hino hino welatê me baş dibe.
Berê barhilgirên gazê tune bûn lê niha li gel barhilgirên mazotê li taxan digerin û bang dikin.
Her wiha firneyên nan jî qerebalixî li ser wan nemaye."
Li Rojavayê Kurdistanê jî rewşa ard û nan hinekî baş bûye.
Ofîsa Firneyan a Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ew rojane hezar û 480 ton ard li hemû Rojavayê Kurdistanê belav dikin.
"Em ard didin 107 firneyan"
Hevserokê Birêvebirina Firneyan a Rêveberiya Xweser Himûd Kellah wiha anî ziman:
"Birêvebirina Firneyan ard li firneyên giştî, taybet û firneyên yedek belav dike.
Em ard didin 107 firneyan, rojane li seranserê kantona Reqayê 291 ton ard li van firneyan tên dabeşkirin.
Ofîseke me ya Birêveberina Firneyan heye, rojane çavdêriya firneyan dike, her wiha giliyên welatiyan jî yên derbarê pirsa kalîteya nan de werdigirin."
Birêveberina Firneyên Sûriyeyê dibêje, rojane ew welat 5 hezar û 500 ton ard ji bo çêkrina nan bikar tîne, di demekê de ku di her rebteyekê (kisikê nan) de 10 nan hene û bi 4 hezar lîreyî difroşin welatiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse