DILKURD ji bo tayinkirina mamosteyên Kurdî dest bi çalakiyê dike

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan DILKURD Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DILKURDê ragihand ku ew dê îşev li ser tora civakî ya Xê ji bo tayinkirina mamosteyên Kurdî li dibistanan û balkişandina ser Kurdî çalakiyekê bidin destpêkirin.

Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê îşev demjimêr 20:00î li ser paltforma medyaya civakî ya Xê ji bo tayinkirina mamosteyên Kurdî dest bi çalakiyekê bikin.

DILKURDê diyar kir ku bi hastagên ji bo “her dibistanekê mamsoteyek” û “Perwerdeya Kurdî” bala berpirsên Tirkiyeyê bikşînin ser zimanê Kurdî.

DILKURDê ragihand ku ew ji bo tayinkirina mamosteyên Kurdî 3 meh in di nav hewldanan de ne.

Herwiha bangî bangî hemû bikarhînerên platforma Xê kiriye ku beşdarî hastaga wan bibin da ku mijara damezrandina mamosteyên Kurdî li ser wê platformê bibe trend.

Li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlîg û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê beşên zimanê Kurdî hene û salane bi sedan xwendekar ji wan beşan derdiçin.

Niha li gel yên ku master qedandiye hejmara mamosteyên Kurdî derdora hezarî ye lê kêmtir ji 100 mamosteyî hatine tayinkirin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, berî hilbijartinên Gulana 2023yan li 103 beşan 45 hezar mamoste tayin kiribûn û cara yekem di dîroka Tirkiyeyê de 50 mamosteyên Kurdî bi hev re tayinkiribûn ku 35 ji wan mamosteyê zaravayê Kurmancî û 15 jî bo Kirmanckî (Zazakî) bûn.

Ew mamoste li dibistanên seretayî û navîn beşdarî dersên bijarte dibin lê niha li gelek dibistanan ji ber nebûna mamosteyan dersên bijarte yên Kurdî ji bo zarokan nayên dayîn û rêveberên dibistanan jî vê yekê dikin hinceta sereke ku ew ders li dibistanan neyên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst