DILKURD: Divê li her dibistanekê mamosteyek ji bo Kurdî were tayînkirin

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan DILKURD Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) ragihand ku divê bilez li her dibistanekê mamosteyek ji bo zimanê Kurdî were tayînkirin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê 20 hezar mamoste bên tayînkirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 10 kota ji bo mamosteyênKurdî hatiye veqetandin ku ji van 6 ji bo Kurmancî û 4 jî ji bo Kirmanckî/Zazakî ne. 

Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) li hemberî vê biryarê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ew biryarê rast û heqanî nabînin.

DILKURD diyar kir ku astengî û dijwariyên di pêvajoya dersên hilbjartê de bûne sedema sedema kêmtayînkirina mamosteyên Kurdî.

Daxuyaniya DILKURDê wiha ye:

“Di pêvajoya dersên hilbijêrî de rayedaran  ne ji bo hilbijartina Kurdî, ji bo nehilbijartina Kurdî jî tevdigeriya.

Ji ber van prosedûrên navborî û pirsgirêkên teknîkî, pêwîstiya mamosteyên Kurdî ji ya rastî pir kêmtir hatiye nîşandan.

Daxwazên me yên rewa hene ji bo zêdekirina tayînkirina mamosteyên Kurdî û rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartina dersên Kurdî yên hilbijêrî.

Rapora me li ber çavan bigirin

Em dixwazin ku rapora me ya di destpêka 2024an de me amade kiribû û pêşkêşî raya giştî kiribû,li ber çavan bigirin.

Divê bilez ji bo zêdeyî 20 milyonên welatiyên Kurd li Tirkiyeyê dijîn û hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên ku dixwazin dersên Kurdî bibînin, li her dibistanekê mamosteyekî Kurdî were tayîn.

Di pêvajoya dersên hilbijêrî yên di heyama 2023-2024an de em rastî astengî û aloziyan hatin.

Ji ber van astengîyan gelê me ji wê derfetê sûd negirt.

Ji bo telafîkirina vê neheqiyê em dixwazin di meha îlonê de pêvajoya dersa hilbijêrî dîsa bê destpêkirin.

Ji bo astengiyên li pêşiya dersên Kurdî bên rakirin daxwaziya me ev e ku  akademîsyenên zanîngehan ên beşa Kurdolojiyê û saziyên civakî yên sivîl xebateke hevpar bikin.

Em ji hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, komên pîşeyî û ji 81 milyon welatiyên Tirkiyeyê piştgiriyê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst