DILKURDê li Îdirê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

21-02-2024
Ferdî Sak
 Endamên Komeleya Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD)
Endamên Komeleya Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD)
Nîşan DILKURD Zimanê Kurdî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Komeleya Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) li bajarê Îdîrê bi bone ya "21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" çalakiyek li dar xist.

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîna 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ango “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî”qebûl kir.

Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bi çalakiyên cur bir cur ev roj pêşwazî kir.

Endamên DILKURDê jî li Îdirê li ber peykerê Feqiyê Teyran û Mehmet Uzun ên  li navenda bajar çend peyam derbarê zimanê Kurdî de dan û beşek ji wan helbestên bi Kurdî xwend.

Piştre dengbêjê navdar ê Îdîrê Apê Bekir jî kilamên xwe gotin û wan jî guh da kilamên wî.

Dengbêj Apê Bekir piştî gotina çend kilaman derbarê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê peyamek da û ew roj li Kurdan pîroz kir.

Rêveberê Serhedê yê DILKURDê Ramazan Taşdemîr videoyên çalakiya wan a  li Îdîrê ji Rûdawê re şand û derbarê wê de axvî:

“Me bi helkefta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Apê Bekir ziyaret kir. Dengêbêj Apê Bekir li Serhedê mirovekî navdar e.

Ew dikare di nava çend deqeyan de kilaman çêbike. Me jî xwest di vê rojê wî ziyaret bikî û guh bidin kilam û dengê wî.

Divê em di roja ziman de xwedî li dengbêjên xwe jî derkevin ku wan jî xizmeteke mezin ji ziman re kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst