GABAR - Erdogan eşkere kir: Rojane çend bermîl petrol tê derxistin?

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Recep Tayyîp Erdogan Petrol Foruma Enerjiyê ya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku rojane ji bîrên petrolê yên li Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê zêdetirî 57 hezar bermîl petrol tê derxistin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di Foruma Enerjiyê ya Stenbolê de axivî.

Erdogan ragihand ku ew berovajî gelek welatên cîranên Tirkiyeyê neçar in ku piraniya enerjiya xwe ji derve bikirin û got:

“Sala 2023yan hawirdeya me ya petrola xav û berhemên petrolê gihiştiye 49 milyon tonan, hawirdeya LPGyê gihiştiye 4 milyon tonan û hawirdeya me ya gaza xwezayî jî bûye 50 milyar metre sêca.

Me ji bo van 70 milyar dolarên Amerîkî pere daye.

Sedema herî mezin a kûrtanîna bazirganiya me ya derve ev fatureya enerjiyê ye.”

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew hewl didin ji kanî heta petrolê, enerjiya rojê û bayê, Tirkiyeyê bînin asteke bilind û anî ziman:

“Wekî Tirkiyeyeke ku di warê enerjiyê de serbixwe em bi pêngavên bixwe bawer bêyî guhdayîna rexneyan li ser rêya xwe dimeşin.”

"Zêdetirî 57 hezar bermîl petrol"

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê da ku ew li navxwe û derve li ser xebatên xwe yên lêgerîna petrol û gaza xwezayî berdewam in û da zanîn:

“Keştiya me ya Oruç Reîsê li Somaliyê dest bi xebatên xwe kiriye.

Em dê ji van xebatan jî nûçe û mizginiyên xweş wergirin.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de bi taybetî li Şirnexê behsa berhemanîna petrolê ya li Bakurê Kurdistanê jî kir û got:

“Me li Gabarê îmze avêt rezervên herî mezin ên dîroka xwe.

Em rojana ji Gabarê zêdetirî 57 hezar bermîl petrolê derdixin.

Sala 2024an di serî de Şirnex, Wan û Colemêrg bi giştî me 84 sondajên petrolê temam kirine û bi saya van me rezerveke nû ya bi asta 66 milyon bermîlan vedîtiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst