AMED - DILKURDê civîneke berfireh li dar xist

27-05-2024
Abdulselam Akinci
Civîna DILKURDê ya li Amedê: Wêne Rûdaw
Civîna DILKURDê ya li Amedê: Wêne Rûdaw
Nîşan DILKURD Edebiyata Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- DILKURDê li Amedê bi beşdariya akademisyen, zimanzan, nûnerên partiyên siyasî, xwendekar, nivîskaran gotûbêjek li ser rewşa zimanê Kurdî li darx xist.

Di civînê de rewşa zimanê Kurdî di gelek waran de hat gotûbêjkirin.

Yekîtîya Dildarên Kurdî DİLKURD ji aliyê xwebexşên ziman ve bi daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî hatiye avakirin û hişmendiya parastin û zindîhiştina ziman di nava civakê de belav dike.

Di civînê de behsa rewşa niha ya zimanê Kurdî û daketina rêjeya axaftina bi Kurdî hat gotûbêjkirin û rêyên çareseriyê hatin pêşniyarkirin.

Beşdarên civînê jî bal kişandin ser axaftina di nava malê de û bikaranîna ziman di jiyana rojane de.

“Azadiya ziman dê bi dayikan pêk rola dayikan pêk were”

Serokê DILKURDê Fevzî Bulgan li ser rewşa zimanê Kurdî wiha got:

“Dema mirov li gorî jeopolîtîka Tirkiyeyê rewşa Kurdan dinirxîne mirov dibine ku hewcedariya Kurdan ziman e û yekîtiya Kurdan encax bi ziman pêk bê.”

Endama DILKURDê Canan Yildirimê jî wiha got:

“Sloganek min heye, ez dibêjim jin jîyan azadî û jin û ziman azadî. Lewra azadîya ziman dê her bi rola dayîkan pêk were.”

“Divê Kurdî li her derê hebe”

Welatiya bi navê Helîme Kiliçê jî got:

“Emrê min 44 sal e. 6 qîz û lawekî min heye. Ew bi Kurdî diaxivin. Bi Kurdî dizanin.

Bila ev nimûne be ji bo hevalan ji bo dayîkan, herkes bila bi Kurdî biaxivin."

Beşdarên civînê jî bal kişandin ser hebûna bişaftina xwebixwe û wan daxwaz ji Kurdan kir ku wekî zimanê sereke û jêveneger  ê jiyana rojane Kurdî bi kar bînin.

Aktivîstê zimanê Kurdî Aryan Serhedî jî li ser Kurdî wiha got:

“Eger mirov bi Kurdewarî bijî, divê taxa xwe, mala xwe, cîhê xwe, warê xwe her derê bike Kurdewar. Ji bo vê jî ti astengî nîne.

“Em ziman zindî bikin ew nikarin bi me”

Aktivîstê Kurdî Ferîd Azad jî wiha got:

"Yanî dibistana bingehîn em bi xwe ne. Kolan in, bazar in, şîn in, şahî ne, dewet in, têkelîyên me yên bi cînarên me re ne.

Axaftina me ya bi millet re ye, axaftina bi xelkê re ye. Mesele ev e divê em li van deran ziman zindî bikin.

Piştî me li van deran zindî kir êdî sîstem û qedexe û her wekî din çi dikin bila bikin nikarin bi me.’’

DILKURDê eşkere kir ku dê di demen pêş de bi gelek alîyên pêwendîdar yên zimanê Kurdî  re komxebatek berfireh were lidarxistin û dê rê neye dayîn ku Kurdî ji rojeva civakê derkeve.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst