Ji bo 67 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Bakurê Kurdistanê Barîna Baranê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro ji bo 67 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare û ji bo 67 bajaran di asta zer û pirteqalî de hişyariya barana gur hat dayîn.

Saziya Keşnasiyê ji bo bajarên Semsûr, Çewlîg, Xarpêt, Erzirom, Qers, Meletî, Sêwaz, Dersîm, Erdexan, Mereş, Erzingan, Dîlok û Kilîs ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Edene, Afyonkarahisar, Amasya, Enqere, Antalya, Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bîlecîk, Bolû, Bûrdûr, Bûrsa, Çanakkale, Çankiri, Çorûm, Denîzlî, Edîrne, Eskîşehîr, Gîresûn, Gumuşhane, Hatay, Isparta, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Kastamonî, Qeyserî, Kirklarelî, Kirşehîr, Kocaelî, Konya, Kutahya, Manîsa, Mûgla, Nevşehîr, Nîgde, Ordû, Rîze, Sakarya, Samsûn, Sînop, Tekçrdag, Tokat, Trabzon, Ûşak, Yozgat, Zongûldak, Aksaray, Baybûrt, Karaman, Kirikkale, Bartin, Yalova, Karabuk, Osmaniye û Duzce yên Tirkiyê di asta zer û pirteqalî de hişyarî da.

Herwiha ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya ba û bahozê jî hat dayîn.

Li bajarên wekî Erzirom, Erzingan, Wan û Colemêrgê li gel baranê dê berf jî bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst