Ji bo 6 parêzgehan hişyariya lehiyê hat dayîn

15-07-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Baran Lehî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 6 parêzgehan Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û lehiyê da.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li parêzgehên Erzirom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Artvin, Bayburt û Gumuşhaneyê yên Tirkiyeyê baraneke gur dibare.

Saziyê ji welatiyan xwest ku ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst wergirin.

Hat ragihandin ku ligel baranê piştî nîvro dê ba û bahoz jî hebe û ji bo bûyerên neyînî çênebin welatî hişyar bin.

Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hefteya borî baran bariya û bû sedema bûyerên neyînî.

Herî dawî li parêzgeha Erziromê ji ber barana gur erd herifî bû û otomobîlek li ber avê çûbû.

Di encam de jî jinekê canê xwe ji dest dabû û zaroka wê ya 8 mehî jî wenda bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst