Îro li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibare

21-09-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin îro li 15 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Pileya germahiyê jî dê ji 2 heta 6 pileyan ji asta demsalê ya sayî zedetir be.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, dê îro li parêzgehên Erzirom, Erzîngan, Îdir, Agirî, Qers, Erdexan, Wan, Sêwaz, Mereş, Meletî, Semsûr, Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Qeyserî û Osmaniyeyê yên Tirkiyeyê baran bibare.

Dem dem dê baran gur be û hişyariya egera rabûna lehiyê hatiye dayîn.

Li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê hewa ewravî be.

Li gorî keşnasiyê, herçiqasî li gelek cihan baran be jî dê pileya germahiyê ji 2 heta 6 pileyan ji asta demsalê ya sayî zedetir be.

Li aliyê din, dê îro pileya germê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê wiha be:

Sêwaz 28°C

Erzirom 24°C

Qers 27°C

Meletî 31°C

Wan 24°C

Amed 34°C

Dîlok 33°C

Sêrt 33°C

Riha 35°C

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst