Sîrwan Barzanî: Li Mexmûrê tevgera DAIŞê zêde bûye

26-09-2024
RÛDAW
Sîrwan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Sîrwan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Sîrwan Barzanî Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê DAIŞ Bangeşe Mexmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sîrwan Barzanî derbarê tevgerên DAIŞê yên li Mexmûrê jî wiha got, "Li gorî agahiyan liv û tevgera wan zêde bûye."

Sîrwan Barzanî her wiha re ragihand ku heta niha bangeşeya hilbijartinan bi awayekî birêkûpêk tê meşandin.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Propagandaya hilbijartinan doh (25ê Îlonê) dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Eniya 6an a Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî li Hewlêrê di merasîma Roja Neteweyî ya Çekyayê de li ser bangeşayên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û tevgerên DAIŞê ji Rûdawê re axivî.

"Bangeşe bi şêwazekî demokrasiyane tê meşandin"

Sîrwan Barzanî yekem roja kampanyayên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi "rêkûpêk" bi nav kir û wiha pê de çû:

"Heta niha bangeşeya hilbijartinê birêkûpêk diçe û wekî li welatên Ewropayê bi şêwazekî demokrasiyane tê meşandin.

Hêvîdar im bangeşe her tim bi vî şêwazî berdewam bike."

Bangeşeyên hilbijartinê dê heta 15ê Çiriya Pêşîn ango dê 20 rojan berdewam bike.

Ji bo hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê hezar û 191 kes bûne namzed ku di nav wan de 368 jin û 823 mêr hene.

Di dewreya 6an de Parlamentoya Kurdistanê dê ji 100 kursiyê pêk were ku 5 kursî wekî kota ji Tirkmen û Xirîstiyanan re hatine veqetandin.

Ji bo kursiyên kotayê jî 20 Tirkmen û 18 Xirîstyan bûne namzed.

"Heta valahî neyê tijekirin dê metirsiya DAIŞê berdewam bike"

Li aliyê din, derbarê liv û tevgerên DAIŞê yên li Mexmûrê jî, Sîrwan Barzanî got ku liv û tevgerên DAIŞê li wê herêmê zêde bûne û grûpên biçûk in lê heta niha DAIŞê ti operasyon nekiriye.

Her wiha Barzanî tekez kir ku avakirina lîwayên hevbeş li sînorê Eniya 6an tevgerên DAIŞê pir kêm kirine.

Lê belê Sîrwan Barzanî ji ber valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de hişyarî da û diyar kir heta ew valahî neyê tijekirin, metirsiya çekdarên DAIŞê ya li ser herêmê dê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst