Foruma Hewlêrê ya 2024an dê bi hevkariya Rûdaw û HRWyê were organîzekirin

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê Navenda Lêkolînan a Rûdawê HRW Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rûdawê ragihand ku bi Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) re ji bo "Foruma Hewlerê ya 2024an" ku dê li Hewlêra paytext bê lidarxistin, peymaneke hevpar îmze kiriye.

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ji bo "Foruma Hewlerê ya 2024an" bi Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) re peymanek hatiye îmzekirin.

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em bi kêfxweşî hevkariya Navenda Lêkolînên Rûdawê li gel Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a ji bo Forma Hewlêrê ya 2024an radigihînin.

Em dê bi heman perspektîvê ji bo forumeke serkeftî û bibandor têbikoşin.”

Navenda Lêkolînan a Rûdawê ji sala 2019an ve her sal di navbera 28ê Sibatê û 2yê Adarê de li peytexta Herêma Kurdistanê Foruma Hewlêrê saz dike.

Gelek siyasetmendar, pispor, lêkolîner, saziyên ragihandinê yên navxweyî û navdewletî beşdarî forumê dibin.

Di formê de bi hevdîtin, hevpeyvîn, panel û roportajan gotûbêj tên kirin.

Enstîtuya Washingtonê, Konseya Atlantîkê, Navenda Wilsonê, Navenda IRFê, Maseya Azadiya Olî ya Navneteweyî, Navenda Lêkolînan a Îtalyayê û bi dehan navend û peymangehên din beşdarî konferans û forumên berê yên Navenda Lêkolînan a Rûdawê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst