HRW: Girtina kampên Herêma Kurdistanê penaberên Şingalê dixe metirsiyê

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan HRW Kampên Koçberan Şingal Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku girtina kampên penaberan a li Herêma Kurdistanê dê penaberên Şingalê bixe metirsiyê.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku hikûmeta Federal a Îraqê heta 30yê Tîrmehê muhlet daye ji bo girtina 32 kampên penaberan.

Li 32 kampên Herêma Kurdistanê nêzîkî 157 hezar penaber dijîn ku piraniya wan xelkê Şingalê ne.

Aramî li Şingalê nîne”

HRWyê di raportekê de ragihand ku girtina kampan jiyana şêniyên kampan ku ji navçeya Şingalê ne, dixe metirsiyê.

Di raporê de wiha hat gotin:

“Şingal bêîstiqrar e û xizmetguzariyên civakî, garantîkirina mafên aborî, civakî û çandî yên bi hezaran penaberên nehatiye bicihanîn.

Dibe ku di demek nêzîk de ew penaber neçar bibin ku vegerin.”

Lêkolînera HRWyê û çalakvana mafên mirovan Sara Sinbarê jî got:

"Piraniya xelkê Şingalê ji sala 2014an ve di kampan de dijîn û heq e ku vegerin malên xwe lê divê veger bi ewle û dildarî be. “

Li gorî gotina Sara Senberê ji ber ku xizmetguzarî, jêrxan û ewlehî li herêma Şingalê nîne hikûmet serkêşiya karesateke mezintir dike.

Ji sedî 70yê Şingalê wêran bûye

Di raporê de hate gotin ku ji sala 2014an heta 2017an ji sedî 80ê binesaziyê û ji sedî 70yê xaniyên Şingalê di şerê li dijî DAIŞê de wêran bûne.

 Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) heta niha jî nêzîkî 183 hezar kes li Şingalê koçber bûne ku ji sedî 85ê wan Kurdên Êzidî yên wî bajarî ne.

Niha ji sedî 65ê gundên Şingalê li herêmê mane û 13 bajarok û gundên Şingalê jî vala ne.

Di 24ê Kanûna Paşîn de, Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê roja 30ê Tîrmehê wekî dema dawî ya ji bo girtina kampan diyar kiribû.

Malbatên Şingalê nehatine qerebûkirin

Di raporta xwe de HRWyê amaje bi wê yekê kir ku astengiyeke mezin li pêşiya vegera xelkê Şingalê heye û ziyanên mal û milkên wan ji aliyê hikûmetê ve nehatiye qerebûkirin.

 Meha Gulanê 2023yan jî HRWyê ragihandibû ku ti kes ji Şingalê nehatiye qerebûkirin û hejmara ew kesên daxwaza qerebûkirinê kiriye gihiştiye 8 hezar û 300 kesî.

Li gorî gotina Sara Senberê ti kes naxwaze heta hetayê di kampan de bijîn.

Sara Senberî amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo ji nû ve avakirina Şingalê pere heye û divê hikûmet wan pereyan xerc bike da ku xelkê Şingalê vegerin û dest bi avakirina jiyana xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst