Sirri Sakik: Hûn dê heta kengî ker û kor bin?

26-08-2024
Nîşan Sirri Sakik Nexweşxane Panos Şertên Xerab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li Nexweşxaneya Panosê vîdeoya nexweşên di dorê de girt û bangî rayedaran kir, “Hûn dê heta kengî ker û kor bin?”

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sakir rewşa li gelek nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê bi mînaka navçeya Panosê ya Agiriyê nîşan da.

Di vîdeoya ku Sakik belav kiriye de xuya dibe ku bi sedan nexweş ketine dorê û rêzeke dûvdirêj çêbûye.

“Hûn dê heta kengî ker û kor bin?”

Sirri Sakik bertek nîşanî vê rewşê da û got:

“Niha, ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê ye.

Bi sedan nexweş, şewb û nexweşên bêçare yên rawestiyayî.

Me gelek caran rewşa xerab a nexweşxaneyên Agirî û Panosê anî zimên.

Karmendên tenduristiyê kêm in, mirovan di nav şertên xerab ên fizîkî de tevî halê xwe dihêlin.

Hûn dê di vê rewşê de heta kengî ker û kor bin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst